Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
- aborî-ked
- 15:23 24/3/2018
Endamên KESK’ê li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê li hev kom bûn û xwestin hevalên wan bi KHK’yan ji kar hatine îxrackirin paş ve bigirin kar.
Endamên KESK’ê li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê li hev kom bûn û xwestin hevalên wan bi KHK’yan ji kar hatine îxrackirin paş ve bigirin kar.
Ji bo karkerên demsalî yên ji Rihayê berê xwe didin Manîsayê saleke zor û zehmet dest pê dike. Karkerên ku ji bo xebatê warê terk dikin û di konan de dijîn, rojê 50 lîreyî werdigirin. Daxwaza karkeran ew e ku şert û mercên xebatê bên başkirin.
Aborîzan Selîm Çakmakli notên Moody’sê û rewşa aboriyê ya Tirkiyeyêê nirxand. Çakmakli diyar kir ku dema gotina “reforma strukturel” bê bihîstin “Wê çaxê divê hûn hay ji qewlikê xwe hebin, çimkî wê hundurê wî vala bikin.”
Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş’ê ya Antalyayê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerî turîzm têk çûye. Yayhyaoglû diyar kir ku sala çûyîn turîzmê bi ketineke ji sedî 80’yî sezon derbas kiriye û got: “Turîst nayên welatekî ne ewle û aram.”
Hikûmetê daxuyand ku piştî Sirbîstanê vê carê ew ê goşt ji Rûsyayê îthal bikin. Sewalvanên li Wanê bertek nîşanî van daxuyaniyan dan. Sewalvanan destnîşan kir ku hikûmet dixwaze heta hilbijartinê goşt îthal bike, lê belê ev îthalata goşt bi tu awayî bi kêrî wan nayê.
Karkera demsalî Yildiz Bozkoyun a ku rojê 12 saet li nav zeviyê bexdenûz, roqa, tûzik û pîvazê hêşîn berhev dike û got: “20 sal e ez li zeviyan dixebitim. Ne siberoja me di bin mîsogeriyê de ye û ne jî danehevek me heye. Tenê em roja xwe xelas dikin.”
Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko anî ziman ku ew ê tevî sendika û endamên girêdayî DÎSK’ê tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û got: “Ne rast e ku mirov Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bike. Wateya herî şênber a Newrozê, bidawîbûna Rewşa Awarte ye.”
Li Wanê 112 zozan ji ber sedema “Herêma Ewelehiya Taybet” qedexe ne. Yên sewalan xwedî dikin diyar kirin ku ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan û neçar in sewalên xwe li malê xwedî bikin û sewalkarî li ber xelasbûnê ye.
Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ku di dema referandûma Herêma Kurdistana Federe de, di navbera rêveberiya herêmê û Tirkiyeyê de wekî krîzekê rû dabû, hejmara wesayîtên îxrcatvan ji sedî 50 kêm bûye. Ji sedî 30'yê fîrmayên herêmî top avêtine û ajovanên ku ji ber vê yekê betal mane, li qehwexaneyan bi lîstina kaxezan dema xwe derbas dikin.
Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê cezayê dîsîplînê ku li 330 endamên Egîtîm Senê ji ber çalakiya grevê pêk anîbûn, hatibû birîn erê kir. Dadgeha Îdare grevê wek “Xebatên sendîkayî” dît û Dadgeha Îstînafê jî xebatên sendîkayî wek “Îsabeta hiqûqî” nedît û biryara 1’emîn Dadgeha Îdareyê red kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim diyar kir ku wekî HDP'ê firotina fabrîqeyên şekir qebûl nakin û wiha got: "Firotina fabrîqeyên şekir ji bo rençberan zerar e."
Hat derpêşkirin ku kardêran gefa kuştinê li 4 karkerên endamên sendîkayê yên li Taşkin Tekstîlê dixebitîn xwariye. Karker Mûstafa Çetîn, diyar kir ku li ser hewldana patronê wî yê kevin ji karê nû jî hatiye avêtin. Çetîn destnîşan kir ku nahêlin ew li Êlihê kar peyda bikin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstan a Tirkiye (TUÎK) di meha sibatêde buhayê berxurî mehane ji sedî 0.73 û salane jî, ji sedî 10.26 zêde bû. Di buhayê hilberîneran de herî zêde zexîre û vexwarinên bê alkol ji sedî 2.24 zêde bû. Di buhayê berxuran de jî ceyran û xaza xwezayî ji sedî 21.10 zêde bûn.
Di 15 salên serdema AKP’ê de ji ber polîtîkayên AKP'ê yên neyînî cotkarên pincara şekir ji 460 hezaran daketin 105 hezaran. Qada bazara şekir ji sedî 33 kêm bû. Karkerên fabrîqeya şekir ji 18 hezar û 800 karkeran daketin 8 hezar û 100'î. Serokê şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmirê Ferdan Çiftçî, diyar kir ku bi salan e amadekariya arizîkirinê dihat kirin.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê têkildarî OHAL û KHK’yan daxuyanî da û diyar kir ku pêdiviya kedkaran ne şer, aştî ye.