Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
- aborî-ked
- 16:37 03/8/2018
Cîgira Hevseroka HDP’ê Gunay Kûbîlay ji ber rewşa aborî ya li Tirkiyeyê hişyariya stagflasyonê kir û ev tişt anîn ziman: “Mayîndekirina Rewşa Awarte, tercîhkirina siyaseta şer û pevçûnê, zêdekirina xerckirinên ewlehiyê, bi awayekî lez û bez bû sedema bilindbûna enflasyonê.”