Li ÎGA îşkence li karkeran kirin: We çima bi HDP û CHP'iyan re hevdîtin kirin?
- aborî-ked
- 10:02 18/9/2018
Zêdeyî sed karkerên Balafirgeha 3'emîn ên di 15'ê Îlonê de di serdegirtina şantiyê de hatin binçavkirin, li bendê ye îro wan sewqî dozgeriyê bikin. Parêzerên ku di bin çavan de bi karkeran re hevdîtin kirin, diyar kirin ku karkeran destnîşan kirine ku eskeran li ÎGA îşkence li wan kiriye û gotine 'We çima bi wekilên HDP û CHP'ê re hevdîtin kirine?"