Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
- aborî-ked
- 15:16 11/2/2020
Şaxa SAGLIK-SEN'ê ya Amedê, derengîxistin û nebirêkûpêkbûna mûçeyên xwe şermezar kirin.
Şaxa SAGLIK-SEN'ê ya Amedê, derengîxistin û nebirêkûpêkbûna mûçeyên xwe şermezar kirin.
ESP'ê ji bo ku zemkirina ceryan, av û heqê rê bê betalkirin kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. ESP'a Edeneyê, ji bo kampanyayê gazî edeneyiyan kir û got: "Ji ber polîtîkayên şer ên îqtîdarê her diçe xwarina gel kêm dibe."
Şaxa SES’ê ya Amedê nedayîna mûçeyên nobetên xebatkaran protesto kir. Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak xwest ku bi lez û bez daxwazên kedkarên tenduristiyê werin qebûl kirin.
Par di meha Mijdarê de hatibû gotin ku dê tazmînatên karkerên madenê bê dayîn. Karkerê Kargeha Komirê ya Somayê Ercan Çetîn, diyar kir ku Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) tazmînata wan kêm daye û got, mafê me hatiye xespkirin.
Li gorî rapora ÎSÎG'ê, di meha Çileyê de 3 jê zarok, 7 jê penaber herî kêm 112 karkeran, dî cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
12 qeyûmên tayînî şûna endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin, derbasî AKP'ê bûn. Di civîna ewil de meaşê Cîgirê Şaredar Mûhammet Akar ji 185 TL'yî kirin 11 hezar TL.
Li Antakyayê, welatiyê bi navê A.Y., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” xwest întîxar bike.
Ferhat Karakaş ku dema di fabrîkayê de dixebitî destê wî ket ber makîneyê anî ziman ku gava ji nexweşxaneyê sewqî nexweşxaneyeke din hatiye kirin ambulans nehatiye peydekirin. Rayedarên nexweşxane û fabrîkay jî ji bo van îdiayan gotin, tiştekî wisa tuneye.
Tûtinfiroşên Semsûrê, destnîşan kir ku hikûmetê çav berdaye nanê wan û gotin: "Bi qanûna tûtinê mafê me yê jiyanê ji destê me tê girtin".
Şaredariya CHP'î ya Seyhana Edeneyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandiniyê Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Pirsgirêkên Çandiniyê ava kir.
Stenboliyan, ji ber fiyetên tim tên bihakirin gilî û gazind kirin û gotin: "Ji krîz neyê dîtin divê mirov kor be".
Li Qersê, her diçe sewalvanî û çandinî kêm dibe. Cotkar Erdal Karakoç, got: "Heger pîşesazî û çandiniya welatekî rûxiyabe, ev tê wateya ku aboriya vî welatî jî rûxiyaye. Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin".
Duyemîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê, pêkanîna Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya zêdegirtina heqê rê ya ku kesên qertên wan ên bi aqil tune, rawestand.
Parazvanên mafê jiyanê û endamên Koordînasyona Ya Kanal Ya Îstanbul, li dijî Projeya Kanal İstanbul bi hişyariya "Di nava 2 deryayan de jiyan heye" 11 kilometreyan meşiyan û bal kişandin ser encamê û talankirina ekolojiyê.
Welatiyên tên bazara Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, gelek jê destvala vedigerin malê û piraniya esnafan jî bêyî serfetihê bikin dezgehên xwe digirin.