Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler diyar kir ku mûçeyê herî kêm ê teqawidan bûye 12 hezar û 500 lîre. Xercê derketina derveyî welat jî ji 150 lîreyan derket 500 lîreyan. 
 
Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler ragihand ku paketa bacê ya ji 53 xalan pêk tê hatiye amadekirin û dê îro pêşkeşî Meclisê bikin. Mûçeyê herî kêm ê teqawidan jî li paketa behsa xeberê hat zêdekirin. Guler, li Meclisê daxuyanî da û got ku mûçeyê herî kêm teqawidan ji 10 hezar lîreyan derdixînin 12 hezar û 500 lîreyan. 
 
Di heman demê de Guler diyar kir ku xercê derketina derveyî welat ku 150 lîre bû jî derxistina 500 lîreyan.