Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - TUÎK’ê di daneyên bêkariyê yên meha gulanê de îdia kir ku li gorî mehek berê di gulanê de 27 hezar kesan kar peyda kirine û hejmara bêkaran daketiye 3 milyon û 11 hezar kesan. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku bi daneyên xwe her tim di rojevê de ye, daneyên hêza kar a meha gulanê parve kir. TUÎK’ê got li gorî mehek berê di gulanê de 27 hezar bêkarên 15 salî û bi ser vî temenî re kar peyda kirine û hejmara bêkaran daketiye 3 milyon 11 hezar kesan. Her wiha li gorî daneyan; rêjeya bêkariyê ya bi pênaseya teng ji sedî 0,1 kêm bû û daket ji sedî 8,4’ê û rêjeya bêkariyê ya bi pênaseya berfireh jî daket ji sedî 25,2’yê. 
 
Rêjeya bêkariyê ya zilaman weke ji sedî 7,0 û ya jinan jî ji sedî 11,0 hate texmînkirin. Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî meha bertirê di gulana 2024’an de 273 hezar zêde bû û derket 32 milyon û 920 hezar kesan, rêjeya îstîhdamê jî ji sedî 0,4 zêde bû û derket ji sedî 50,0’ê. Ev rêjeye di nava zilaman de weke ji sedî 67,3 û di nav jinan de jî ji sedî 33,0 hate texmînkirin. Hêza kar jî li gorî mehek beriya gulana 2024’an, 245 hezar kes lê zêde bû û bû 35 milyon û 931 hezar, rêjeya tevlibûna hêza kar ji sedî 0,3 puanan zêde bû û derket ji sedî 54,5’ê. Rêjeya tevlibûna hêza kar di nava zilaman de bû ji sedî 72,4 û di nav jinan de jî bû ji sedî 37,1. 
 
Di nava nifûsa ciwanan a temenê wan di navbera 15-24’ê de li gorî mehek berê ji sedî 0,3 zêde bû û derket ji sedî 15,0’ê. Rêjeya zilamên bêkar ên di vî temenî de ji sedî 12,8 û ya jinan jî ji sedî 19,3 hate texmînkirin.