Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DÎSK, Turk-Îş û Hak-Îşê bi danezaneke hevpar ji bo bac û dahata adilane bang kirin û xwestin ji bo kêmtirîn mûçeyê zem were kirin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Turk-Îş û Hak-Îş’ê ji bo pêşniyarên çareserkirina pirsgirêkên kedkaran li Turk-Îş’ê hatin gel hev. Piştî civînê jî danezaneke hevpar hat weşandin. Di danezanê de 10 daxwaz hatin rêzkirin û hat xwestin ku di bacê û dahatê de edalet hebe û standartên jiyaneke li gorî rûmeta mirovahiyê bên pêşkeşkirin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû, Serokê Giştî yê Turk-Îşê Ergun Atalay û Serokê Giştî yê Hak-Îş’ê Mahmût Arslan tev li civînê bûn. 
 
ATALAY: HÛN NIKARIN HEFTEYEKÊ JÎ PÊ BIJÎN 
 
Atalay, beriya danezanê axivî û got ku di krîzeke aboriyê de ne, ev krîz naşibe yên 94, 2001 û 2008’ê û ev tişt anî ziman: “Bi kêmtirîn mûçeyê hûn nikarin hefteyekê jî bijîn. Êdî taqeta me nema ye. Li welatê me derdora ji sedî 20’ê di nava xweşiyê de dijî lê ji sedî 80’yan jî bedela wê didin. Ev me weke koleyên xwe dibînin. Bila destên xwe li ser me bikişînin.” 
 
ARSLAN: PARA KEDKAR JI DAHATA NETEWÎ DISTÎNIN KÊM DIBE 
 
Arslan jî bal kişand ser astengiyên li pêşiya temînata kar û rêxistiniya sendîkayî. Arslan, diyar kir ku aborî mezin dibe lê para kedkaran a ji dahata netewî her ku diçe kêm dibe. Arslan, anî ziman ku ji bo parvekirineke adilane ya dahatê divê astengiyên li pêşiya rêxistinbûna sendîkayî rakin. 
 
ÇERKEZOGLÛ: SEDEMA VÊ REWŞÊ KARKER NÎNIN 
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû jî banga têkoşîna hevpar li hemû kedkaran kir. Çerkezoglû, anî ziman ku tevî tu berpirsyartiya wan di enflasyonê de nîne jî barê wê li pişta kedkaran tê barkirin. Çerkezoglû, bi lêv kir ku divê dahat û bac adilane bin û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
10 XALÊN DANEZANÊ
 
Çerkezoglû piştre jî ev 10 xalên danezanê xwend: 
 
“* Di dahatê de edalet: Divê pergala bacê li gorî edaleta dahat were nirxandin û jinûve were amadekirin. 
 
* Têkoşîna li dijî enflasyonê: Hûn nikarin bi kêmdayîna heqdestî vê bikin. Zemên ji bo mûçeyên karmend û teqawidan li gorî hesabên TUÎK’ê tên kirin. Lê enflasyona heyî û ya tê ragihandin ji hev pir cuda ne. 
 
* Kêmtirîn mûçe: Divê tavilê bê zêdekirin. Hema hema nîviya xebatkaran nîviya kêmtirîn mûçeyê distînin. Sedema enflasyonê sermayedarên ku çavên wan ji bo qezencê têr nabe ne. Ji bo xistina enflasyonê divê kesek li benda fedakariya karkeran nebe. Karker ne sedem, mexdûrên enflasyonê ne. 
 
* Ferqa heqdestê ya di qada cemaweriyê de: Divê ferqa heqdestê ya di qada cemaweriyê de bê bidawîkirin. Divê bêparsengiya heqdestê bê bidawîkirin. 
 
* Divê mûçeyê herî kêm ê teqawidan biqasî kêmtirîn mûçeyê be: Hewceya mûçeyê herî kêm ê teqawidan biqasî kêmtirîn mûçeyê be. Dema mûçeyên teqawidan tê hesabkirin divê mezinbûn bê hesabkirin. 
 
* Rêxistiniya sendîkayî: Divê tevahiya astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkayî bên rakirin. Divê pêşî li ber derxistina karkeran a ji kar ên komî were girtin. 
 
* Karkerên taşeron: Divê karkerên derveyî çarçoveya KHK’a hejmar 696’ê tevek tavilê bibin kadro. Divê ev karker derbasî kadroyê bibin û statûya karkerên taşeron a di qada cemaweriyê de bê bidawîkirin. 
 
* Teserûfa di cemaweriyê de: Divê bi hinceta tevdîrên teserûfê mafên karkeran neyên bisînorkirin. Nayê qebûlkirin ku bi vê hincetê mûçeyê karkeran bê kêmkirin. 
 
*Nexweşiyên pîşeyî: Ji bo xebateke li gorî rûmeta mirovahiyê, divê pergaleke ku nexweşiyên pîşeyî kêm dike û mercên xebatê baş dike bê afirandin. 
 
* Cudakarî: Divê cudakariya di jiyana kar de bê bidawîkirin.”