NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê baca mazot, benzîn, gaza wesayîtan û gaza xwezayî hat zêdekirin.
	Li gor biryara Serokkomariya Tirkiyê ya li ser Baca Mezaxa Taybet (OTV) de baca benzîn, mazot (motorîn), gaza wesayîtan û  gaza sirûştî (xwezayî) hat zêdekirin. 
	Biryara bihakirina bacê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. 
	Li gorî vê yekê; baca lîtreyeke benzînê derket 7.52 lîreyan û ya motorînê jî derket 7.05 lîreyên tirk. 
	Li gor biryarê baca hatiye zêdekirin, lîtreyek benzînê ji 2.52 lîreyan derket 7.52 lîreyan û ya motorînê jî ji 2.05 lîreyan derket 7.05 lîreyan.
	Piştî zêdekirina Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) ji sedî 18 bû bû ji sedî 20, li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxê sotemeniyê rojane tê zêdekirin.
	Piştî biryara nû ya zêdekirina bacê nirxê lîtreyek benzînê bi 35.90 lîre, lîtreyek mazotê bi 33.18 lîre û gaza wesayîtan jî bi 15.91 lîreyên tirk tê firotin.
	GAZA XWEZAYΠ
	Li gorî biryara zêdekirina bacê ya nû; serê metrkûpa gaza xwezayî bû 0,0747 lîre û gaza di wesayîtan de jî tê bikaranîn serê metrkûpê bû 2,7944 lîre. 
	Baca gaza xwezayî ya beriya niha serê metrkûpê 0,0230 lîre bû û gaza wesayîtan jî serê metrekûpê 0,8599 lîre bû. 
