Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak di çalakiya protestokirina zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin de axivî û li dijî hewldana mayindekirina erzankirina kedê û xizaniyê, banga têkoşîna hevpar kir.
Tenduristkaran bal kişand ser bazarkirina pergala tenduristiyê ya heyî û îşaret bi modela komunî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û gotin: "Di demeke wiha de ku tiba kapîtalîst laşên me kontrol dike, komun wekî barîkatekê ye ku vê kontrolê bişikîne."
Di Dikana Hevgirtinê ya Kezî ya ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hat vekirin de, pere derbas nabe. Nûran Kaplan a ku ji kedkarên dikanê ye diyar kir ku armanca dikanê bibîrxistina civaka komun a ku di cewherê mirovahiyê de ye û got: "Werin em vê tora hevgirtinê bi hev re bihûnîn."
Şanoya Gimgimê bi lîstika xwe ya "Civîna Dêûbavan" mijara asîmîlasyonê li dibistanan anî ser dikê.
Li Wanê ji aliye KURDÎGEH, Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê û Aryen Çandê ve bernameya Şeva Yeldayê hat lidarxistin.
Ji damezrînerên koma şanoya Kurdî Şanogelê Bariş Gorecek, banga piştgirîyê ji bo lîstikên Kurdî kir.