'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
- polîtîka
- 16:11 17/6/2020
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya "Meşa Demokrasiyê" de Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) ziyaret kir. Buldan, diyar kir ku ew ji kevneşopiya berxwedanê hatine û ew di vê berxwedanê de mirine, hatine kuştin, hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: "Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe ya ji bo aştî, demokrasî û azadiyê heta dawî biparêzin. Em tu carî dest ji daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê bernadin."