Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
- polîtîka
- 14:13 07/4/2021
Hevserokên KCD û DBP’ê di roja 3’emîn a hevdîtinên xwe yên li Mersînê li navçeya Akdenîzê bi gel re hatin gel hev. Di hevdîtinê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş û welatiyan pêşniyar kir ku li dijî tecrîdê bername û çalakiyên berfirehtir bên kirin.
