Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
- polîtîka
- 16:01 21/6/2020
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist û êrîşên li dijî Herêma Federe a Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Gunay, anî ziman ku bi boneya yekitiya Kurdan a li Rojava asteng bikin van êrîşan dikin û got: "Li dijî gelê Kurd operasyonên înkar û îmhayê tên meşandin. Ji ber van êrîşan, yekîtiya Kurdan bi qasî jiyanê girîng e."