ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
- rojane
- 09:00 23/1/2024
Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê. Ji bo diyarkirina namzetê mêr jî, dê tûra duyan a pêşhilbijartinê sibê bê lidarxistin.
Di çarçoveya hamleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku ji aliyê dostên kurdan ve hatibû destpêkirin de, li Parîsê meşa şermezarkirina Komploya Navdewletî dest pê kir.
Malbatên girtiyan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Wan, Amed, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene û Stenbolê Nobeda Edaletê berdewam kirin. Malbatan di Nobeda Edaletê de diyar kiri ku dê Abdullah Ocalan azad bikin.
Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan.
Gardiyanan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Amedê 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin.
Gelê Xelfetîyê li dijî 4 hezar û 239 hilbijêrên nelirê ku bi hîleyan hatine qeydkirin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tevê hemû fen û fûtan ew ê şaredariyê bi dest bixin û bi ser bikevin. Rêvbera DEM Partiyê Ayfer Haykir, anî ziman ku ewê tevî hemû lîstokan di 31'ê adarê de şaredariyê bistînin.
Girtî Jiyan Ateş di cotmeha 2021’an de diviya bû bihata berdan. Lê Lijneya Çavdêrî û Îdarê ya girtîgehê her tim berdana Jiyan Ateş taloq kir. Niha jî rêveberiya girtîgehê destûr neda ku Jiyan Ateş biçe merasima cenazeyê bavê xwe.
Wekilê Serokê Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Sezaî Temellî, li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Sezaî Temellî ewilî bal kişand ser pêşhilbijartinên ku partiya wan ji bo namzetên Hevşaredariyan pêk anî û got: "Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pir pir girîng e."
Di operasyona bertîlê ya şaredariya Buyukçekmeceyê ya Stenbolê de 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesan 8 kes hatin girtin.
Delegeyên navçeya Hewagê di pêşhilbijartinê de namzetên xwe yên hevşeredariyê diyar kirin û diyar kirin ku dê di hilbijartinên herêmî de partiya wan bi serbikeve.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 57’an de didome.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 90 roj in tu agahî nayên girtin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, beriya hilbijartinê gelek neguhêzbarên aydê şaredariyê dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê û xezîneyê kir