Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
- rojane
- 11:11 21/2/2024
Hate îdiakirin ku 9 karkerên beriya karesata madenê ya Licikê çend rojan ji bo derzên hatine ferqkirin kontrol bikin ji herêmê re hatin şandin, di encama teqîna dînamîtê de di bin axê de mane. Berdevkê Platforma Hawîrdorê ya Meletiyê Hasan Kay, da zanîn ku gundiyên pê re hevdîtin kirine ev agahî dane.