Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
- rojane
- 16:31 21/2/2024
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bedran Çiya Kurd tekildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê peyamek weşand. Çiya Kurd bal kişand ser rêveberina pir zimanî ya Neteweya Demokratîk û ev tişt gotin: "Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne."