Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
- rojane
- 09:05 20/2/2024
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê berdana 3 girtiyên siyasî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hincetên wekî “ne amade ye ku bi civakê re bibe yek" û "rewşa nebaş" hat astengkirin. Li girtîgehê bi giştî berdana 11 girtiyên jin bi biryarên lijneyê hatiye taloqkirin.