Amadekariyên 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê' didomin
- rojane
- 09:00 23/2/2024
Ji bo "Mitînga Azadî û Demokrasiyê" dê ji 39 navçeyên Stenbolê bi wesayîtan welatî bên veguhastin. Rêvebera DEM Partiyê yê Rêxistina Stenbolê Ekîm Devrîm Çapartaşê got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 25'ê Sibatê de li Qada Esenyurtê xwedî li mîtînga azadiyê derkevin."