* Waniyan ku biryara Komîteya Wezîran a li ser "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan rexne kir, diyar kirin ku divê Tirkiye di vî warî de tavilê gavan biavêje û gotin ku heke azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan neyê misogerkirin dê zirarê bide pêbaweriya bi pêvajoyê.
* Salek bi ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş re derbas bû. Ji parêzerên dosyeyê Medîne Tûrantaylakê diyar kir ku ji bilî DNA'ya ku di destpêkê de aîdî du mêrên cuda hatibû dîtin, nimûneyeke xwînê jî li ser tîşortê Rojîn Kabaîş hatiye tespîtkirin, lê belê hê jî nehatiye tespîtkirin ku DNA û nimûneya xwînê aîdî kê ne.
* Endama OHD Rezan Gezer ku rexne li îşaretpêkirina bi komisyona li meclisê hatiye avakirin a ji aliyê Komîteya Wezîran hat kirin kir, got: "Ev biryarek e ku li dijî avaniya komîteyê ye. Diviyabû komîteyê rasterast guhertineke hiqûqî ferz bikira."
* Di neh mehên ewil ên sala 2025'an de ku ji aliyê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ve wekî "sala malbatê" hatibû ragihandin, zêdetirî 200 jin hatine qetilkirin. Nûnera KCDP'ê Şîrîn Yalincakoglûyê ji bo berovakirina vê rewşê û pêvajoyê bang li hemû jinan kir.
* Ji ber ku tesîsa dawerivandina ava bermayî kêm hatiye avakirin, ji sedî 70'yê ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherike Gola Wanê. Gol, her roj bi bermayiyên endsturî, biyolojîk, heywanan û qenalîzasyonan qirêjtir dibe.
* Danişîna doza Mûstafa Çîftçî ku li Wanê zarokek bi awayekî sîstematîk tacîz dikir dê li Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê bê lidarxistin. (09.00)
* TJA dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" meşê li dar bixe. Têkildarî meşê dê li Qonaxa Cemîl Paşayê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
* Jin dê li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku Rojîn Kabaîş lê winda bûbû, daxuyaniyê bidin. (13.00)
* Bi boneya salvegera mirina yek ji damezirînerên PKK'ê Riza Altûn, dê li Tuzluçayir a Enqereyê bernameya bîranînê were lidarxistin. (17.00)