Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
- rojane
- 09:02 06/3/2024
Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê revandin, komkujî û talankirina xwezayê dewam dike û wiha got: “Darên Efrînê hatin birîn. Daristanên wê hatin tunekirin. 500 hezar darên zeytûnan hatin birîn. Efrîn a bi dar û ber, kirin çolistan."