Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin

  • rojane
  • 09:28 24 Îlon 2025
  • |
img
SÊRT - Înfaza nivîskar Rizgar Turhan ji ber pirtûkên wî yên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê", 3 mehan hat taloqkirin.
 
Nivîskar Rizgar Turhan ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê girtî ye, piştî 30 salên di girtîgehê de dihat payîn ku bê berdan. Berdana Turhan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve ku di 10'ê Îlonê de hatibû gazîkirin, 3 mehan hat taloqkirin. Lijneyê "ferzkirina poşmaniyê" û pirtûkên nivîskar ên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê" yên ku wî di girtîgehê de nivîsandiye, wekî hincet nîşan da.
 
Ji ber vê sedemê nivîskar Rizgar Turhan ku înfaza wî 3 mehan hatiye taloqkirin, telefonî malbata xwe kir û hinceta lijneyê ya taloqkirinê ragihand. 
 
Bavê Turhan, Hacî Turhan bertek nîşanî vê biryarê da. Turhan, destnîşan kir ku kurê wî, tevî ku 30 sal cezayê xwe temam kiriye jî ji ber ku wî ferzkirinên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nekiriye, berdana wî hatiye taloqkirin û got: "Cezayê kurê min qediyaye, lê ew wî bernadin. Ne mimkûn e ku kesek ku 30 sal di girtîgehê de mabe poşman bibe. Pirtûkên ku wî nivîsandine jî wekî hinceteke şewitandina înfazê hatine nîşandan. Ger ev pirtûk qedexe bin, çima destûr hatiye dayîn ku werin çapkirin? Ev pirtûk bi fermî hatine çapkirin, ji ber vê yekê divê neyê cezakirin."
 
‘AŞTIYEKE RASTEQÎN NAXWAZIN'
 
Hacî Turhan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de û got: "Her çend em aştî, biratî û wekheviyê dixwazin jî, ew înfaza mirovên ku 30 sal in di girtîgehê de ne dişewitînin. Ev nîşan dide ku ew aştiyeke rasteqîn naxwazin. Ger bi rastî jî dixwazin vê pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bikin, wê înfaza van girtiyan neşewitandan. Çima hûn înfaza kesekî ku 30 sal in di girtîgehê de ye dişewitînin û wî di hundir de dihêlin? Tiştê ku ew dikin; zilmê ji me re rewa dibînin." 
 
DU SAL IN KURÊ XWE NEDÎTIYE
 
Bav Turhan diyar kir ku ew du sal in ji ber pirsgirêkên aborî û tenduristiyê nikare serdana kurê xwe bike û got: "Ne derfeta me û ne jî hêza me heye ku em biçin. Bi dêya wî re nexweşiya dil heye û emeliyat bûye. Em ne ji hêla aborî û ne jî ji hêla tenduristiyê ve nikarin biçin. Ger kurê min neyê berdan, divê ew herî kêm wî veguhezînin cîhekî nêzîkî me da ku em wî bibînin. Li holê pêvajoyek heye. Divê dewlet jî di vê pêvajoyê de gavên berbiçav biavêje û girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê xwe qedandine berde. Malbat û girtî tevde mexdûr dibin. Madem pêvajoyek heye, nexwe girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan qediyaye berdin." 
 
Sakîne Turhan (65), dayika Rizgar Turhan ku nexweşiya dil pê re heye got: "Em li bendê bûn ku kurê min bê berdan, lê wan cezayê wî 3 mehan dirêj kir. Piştî emeliyata dil, stent di dilê min de hat danîn. Divê kurê min bê berdan. Em aştiyê dixwazin. Ji ber vê pêvajoyê, hemû girtiyên siyasî û nexweş, bi taybetî Rêber Apo, serbest berdin."
 
RIZGAR TURHAN KÎ YE?
 
Rizgar Turhan ê di sala 1995'an de li Mêrsînê hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve cezayê muebedê lê hat birîn. Pêşî li Konyayê, piştre li Amed, Yozgat, Îskenderûn, Kurkçuler a Edeneyê, Sêrt, Erzirom, Bandirmayê ma û niha jî li Afyon Karahahîsarê di girtîgehê de ye. Turhan ku niha li girtîgeha Afyonê ye, pirtûkên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê" nivîsandiye.
 
MA / Ozan Bayindir

Sernavên din

11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Civîna 12’an a komîsyonê dest pê kir
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
14:47 Ji hunermend Julîde Kural vîdeoya ‘Ji bo aştiyê gotina min heye’
14:21 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin: Em ji Ocalan bawer in
13:33 Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye
11:59 Qeyûmê Wanê di 7 mehan de 100 neguhêzbar da ber firotinê
11:40 Walîtiyê pereyê pîrozbahiyê ji budçeya gundiyan xerc kir
11:14 Kaya ê du zarokên xwe winda kirî: Bêyî Ocalan aştî nabe
10:52 Dayik: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e
10:40 Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Komîte pêvajoyê dirêj dike
10:23 Li Edeneyê ji ber ‘protestoyê’ doz li 2 siyasetmedaran hat vekirin
10:10 Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran
09:38 Rêveberiya Xweser têkildarî Dêr Hafirê daxuyanî da
09:36 Hejmara 134’an a kovara Jinê derket
09:16 Bijîşkê Filistînî: Ji alîkariya xurekan zêdetir pêdivî bi alîkariya siyasî heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
20/09/2025
19:33 Abdullah Ocalan: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne
17:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî biryara Konseya Ewropayê dan: Bila 'mafê hêviyê' pêk bê
16:30 Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin serdana Yenî Yaşamê kirin
16:05 14'emîn Lijneya Giştî ya Jinan a HDK'ê: Divê komisyon bêyî bi derengî bikeve gavên berbiçav biavêje
15:42 Lijneya giştî ya Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê hat lidarxistin
15:24 Bi girseyî serdana şîna Gunay Dînar hat kirin
15:13 Ji bo 3 girtiyên nexweş banga lezgîn: Wan berdin
14:52 Bernameya Belgefîlman a FîlmAmedê diyar bû
14:23 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
14:12 Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin
13:55 Xizmên windayan li aqûbeta Gundem, Tarim û Akin pirsin
11:59 DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin
11:26 Agir bi konên karkerên çandiniyê ket
11:18 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû
11:04 Şewata li Mûglayê didome
10:58 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike
10:27 Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman