ŞIRNEX - Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gel a Mexmûrê Şoreş Didêrî bal kişand ser zextên zêde yên Iraq, Tirkiye û PDK'ê yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û diyar kir ku kamp bi komployeke nû re rû bi rû ye û banga xwedîderketina li kampê li her kesî kir.
Penaberên li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî ku li navçeya Mexmûr a bajarê Mûsilê yê Iraqê ye, zêdetirî 30 sal in bi zilm û zordariyeke dijwar re rû bi rû ne. Di demeke wiha de ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve vegera li warê tê nîqaşkirin, zextên li ser kampê ji hêla Iraq, Tirkiye û PDK'ê ve zêde bûne. Li kampê ku hewl tê dayîn ku statuya penaberên siyasî bi hinceta "nûkirina nasnameyê" ji penaberan were standin, pirî caran penaberên wê tên binçavkirin. Penaberên ku hewl didin ji bo xebatê biçin bajarên din ên Iraqê, bêyî hincet bi awayekî keyfî tên binçavkirin. Herî dawî, Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz ku di 18'ê Îlonê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çûbû Silêmaniyê, di vegerê de li nuqteyeke kontrolê ya artêşa Iraqê li Hewîceyê, ligel şofêrê xwe Gabar Nas, hat binçavkirin. Şehbaz û Nas şeş roj in bêyî hincetek were nîşandan di binçavan de ne. Ev zext bûye sedema nirxandinên ku piştî çalakiyeke li xwaringehekê ya di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li dijî rayedarên konsolxaneya Tirkiyê û MÎT'ê ketin û derketina wê hatibû qedexekirin, bi komployek nû re rû bi rû ye.
'ARMANCA WAN NE NASNAME YE'
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gel a Mexmûrê Şoreş Diderî bertek nîşanî zexta da û xwest ku Şehbaz û Nas ku ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine girtin, tavilê bên berdan. Diderî bi bîr xist ku ew nêzîkî 30 sal in li Mexmûrê dijîn û got: "Di salên dawî de, Iraq hewl dide ku statuya penaberiya siyasî ji me bistîne. Armanca wan ew e ku me ji vir derxîne û belawela bike. Iraq niha bi pirsgirêkên pir cidî re rû bi rû ye. Iraq nikare van pirsgirêkan xwe çareser bike. Ji ber ku nikare pirsgirêkên xwe çareser bike, Iraq bi kampa penaberan a Mexmûrê re mijûl dibe. Di ser nasnameyên me re 30 sal derbas bûne. Ji me re dibêjin 'em ê nasnameyê derxin.' Pêşî gotin, 'Em ê hezar nasnameyan bidin.' Me hevdîtin kirin û biryar hat dayîn ku 2 hezar û 500 nasnameyan bidin. Hezar û 500 nasname hatin dayîn. Armanca wan ne dayîna nasnameyan bû, dixwestin di nav me de aloziyê çêbikin. Dema ku planên wan têk çûn, çûn Bexdayê û gotin, 'Em ê biryareke nû bigirin.'"
'BILA IRAQ BI PIRSGIRÊKÊN XWE RE MIJÛL BIBE'
Didêrî, bertek nîşanî binçavkirina Şehbaz da û got: "Iraq, li pey planên nû ye. Her kesê li kampê, ji 7 saliyan heta 70 saliyan, dipirse, 'Iraq ji me çi dixwaze?' Her kesê li kampê welatparêz e. Em ne bêxwedî ne û em ê tu carî ji helwesta xwe tawîzê nedin. Iraq, bi binpêkirina qanûnên xwe zextê li me dike. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) qanûnên xwe biparêze û rewşa kampê li ber çavan bigire. Bila Iraq bi pirsgirêkên xwe re mijûl bibe. Karkerên me yên ku ji kampê diçin bajarên din tên binçavkirin û winda dibin û em xeberê ji wan nagirin. Carinan em bi hefteyan ji wan agahî nastînin. Ev pêkanîneke kêfî ye. Divê Iraq di bin bandora tu dewletekê de nemîne. Em 30 sal in li vir wekî mêvan dimînin. Zarokên me qet qanûnên Iraqê û NY'yê binpê nekirine. Li vir girseyeke me heye. Mêvanên me tên em wan dihewînin."
'MEXMÛR NE BÊXWEDÎ YE'
Didêrî banga diyalogê li hikûmeta Iraqê kir û got: "Em amade ne ku bi Iraqê re hevdîtinê bikin. Werin em bi şandeyekê re rûnin û bila ji me re bibêjin ka ew ji me çi dixwazin. Divê gelê kurd û rêxistinên mafên mirovan li ser kampê bisekinin. Li hember kampê komployek heye. Fikarên me hene. Divê her kes piştgiriyê bide Mexmûrê. Mexmûr qet bi tenê nebûye û em xwe bi tenê hîs nakin. Mexmûr, ne bêxwedî ye. Divê kesên ku hatine binçavkirin tavilê bên berdan."
MA / Emrullah Acar