ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
- rojane
- 09:00 22/5/2024
Serokkomar Erdogan, erka “ragihandina şer û seferberiyê” ya di bin rayeya desteya wezîran de rakir û erkê da serokkomariyê.
Platforma Ked û Demokrasiyê der barê biryara doza Kobanê de daxuyanî da û got: “Em ê li dijî tiştên hatine jiyîn bêdeng nemînin. Pêkanînên dijdemokratîk yên di darazê de ji bo me nayê qebûlkirin.”
Emîne Şenyaşar di roja 108’an de Nobeta Edeletê berdewam kir. Sendîka û nûnerên partiyên siyasasî çûn serdana Emîne Şenyaşar û piştgiriya xwe ya ji bo Şenyaşarê anîn ziman.
Nûçegîhanên MA’yê Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat hatin tahliyekirin.
Hempîşeyên wê xwestin parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ya ji meha sibatê ve tê ragirtin, were berdan û gotin: “Em naxwazin parêzertî were sûcdarkirin.”
Danişîna doza der barê parêzer Necat Çîçek de ku ji ber parêzeriya kesên bi îdiaya “rêxistinê” tên girtin kiriye, hatibû vekirin. Danişîna ewil hat taloqkirin.
Di danişîna doza Komkujiya Pirsûsê de ku der barê bersûcên firarî de berdewam dike, daxwazên malbat û parêzeran hatin redkirin. Hat xwestin li Ahmet Davûtoglû bê guhdarîkirin.
DEM Partî li Curnê Reş xebata xwe ya ji bo hilbijartina dê bê dubarekirin didomîne. Rêveberên DEM Partiyê xelkê vexwendin hevdîtina Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari ku dê sibê pêk were.
Di doza têkildarî kuştina Hantaş hatiye vekirin de polîsê bersûc ceza negirt. Parêzer Ercan Yilmaz bertek nîşanî biryara dadgehê da û anî ziman ku biryar derveyî qanûnê ye.
Polîsan li Stenbolê avêt ser ofîsa Sendika.Orgê û hat gotin ku kes lê nebûye.
Siyasetmedar Gulten Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata li avahiya DEM Partiyê ya Amedê di roja duyemîn de jî pêşwazî li mêvanên xwe kirin.
Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay da zanîn ku 5 kursiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo kotaya pêkhateyan hatiye veqetandin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 38 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Stenbolê hejmara kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine binçavkirin derket 27’an.