Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
- rojane
- 16:54 20/5/2024
Tifaqa Dêrsimê û DEM Partiyê ji bo hilbijartina şaredariya bajarokê Periyê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, derî bi derî, gund bi gund xebatan dimeşînin.
Tifaqa Dêrsimê û DEM Partiyê ji bo hilbijartina şaredariya bajarokê Periyê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, derî bi derî, gund bi gund xebatan dimeşînin.
Li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi pêşengiya malbatên girtiyan tê lidarxistin berdewam kir. Di çalakiyan de hat xwestin ku tecrîd bê rakirin.
DEM Partiyê li navçeya Curnê Reş ku dê hilbijartin lê bê dubarekirin lez da xebatên xwe û çû serdana esnaf û şêniyên taxan.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ku çûn serdana Selahattîn Demîrtaş, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê peyama têkoşîna hevpar dan.
Doza 9 kesên li Bismilê ji ber nelihevkirina ser erdî hatibûn kuştin, bi hinceta “ewlehiyê” li Konyayê hate veguhestin.
Hat diyarkirin ku operasyona leşkerî ya duh li Licê hatibû destpêkirin, berdewam dike.
Li navçeya Hezexê û li bajarê Îzmîrê û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hate şermezarkirin.
Siyasetmedar Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata yên ji Doza Kobanê tehliye bûn li avahiya DEM Partiya Amedê bi gel re hatin ba hev. Siyasetmedar axivîn û gotin: "Heger em tecrîda li derve têk bibin em ê ya li Îmraliyê jî têk bibin."
Di erdhejê de li Apartmana Dundarê ya li Amedê 37 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li her du mitehitên apartmanê 13 sal û 4 meh cezayê hefsê hate birîn.
Dozgerê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî xwest ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu were girtin.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di qezaya helîkopterê de mir, di “Komîteya Mirinê” de cih digirt û weke berpirsyarê mirina 3 hezar kesan tê zanîn. Di serî de çalakiyên ji bo Jîna Emînî, bi helwesta xwe ya tundiya li kolanan û biryarên darvekirinê di bîra her kesî de ma ye.
Girtiya nexweş Makbûle Ozer ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê hate kirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku îktîdar hewl dide li ser Doza Kobanê “Ruhê Yenîkapiyê” yê nû ava bike û wiha got: “Divê kesek li cem van xefikên îktîdarê nesekine.”
Li wargeha KYK’ê ya Çîvrîlê 97 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn.
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li navçeya Curnê Reş ku dê hilbijartin lê bê dubarekirin, AKP gefa “Heke em bi ser nekevin em ê av û ceyrana we bibirin” li keyayan û gundiya dixwe.