Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
- rojane
- 15:01 14/4/2023
Hate hînbûn ku li girtîgehên li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan li gorî raporên ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê tên dayîn, bi mehane tê taloqkirin.
Hate hînbûn ku li girtîgehên li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan li gorî raporên ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê tên dayîn, bi mehane tê taloqkirin.
Di Doza Kobanê de 4 girtiyan hêj parastina xwe nekiribûn ku dozger dest bi xwendina mutalaayê kir. Siyasetmedarên girtî ev rewş protesto kirin û eywan terikandin. Ji parêzeran Sevda Çelîk Bîngol bertek nîşanî xwendina mutalaayê da û wiha got: “Em ê têkoşîna edaletê ya li dijî bêhiqûqiyan bidomînin.
Girtiyê bi navê Haci Alagaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, di dema hevdîtinê de zexta lêgerînê qebûl nekir. Alagaş, da zanîn ku bi vê sedemê hatine derbkirin û derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Antalyayê axivî, wiha got: “Em hatin ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiya mezin pêk bînin.”
Emeliyata Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a ku qezaya trafîkê kiribû, serkeftî pêk hatiye.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi namzetên xwe yên parlamenteriyê yên Meletiyê serdana esnafan kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin.
F.H. ê li ser medya dîjîtal gef li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî xwaribû, hat zanîn ku ew li şîrketekî wek midûrê dabînkirna karmendan dixebite û di îfadeya xwe de xwe bi gotina “min araq vexwaribû” parast.
Li gundê Şevalet ê navçeya Giyadînê du cerdevan ji ber nelihevkirina ser erd bi şer çûn û cerdevanek hate kuştin.
Cenazeyên 2 welatiyên ji bo berhevkirina gîhayên biharê çûbûn Çiyayê Dawidkê û winda bûbûn hatin dîtin.
Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê nîvê şevê bi balafireke bombebarkirî ya bêmirov êriş bir ser wesayitekê.
Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq ragihand ku ji bo jinûve avakirina Şengalê û vegera penaberan bi qasî 50 milyar dînar hatine veqetandin.
Hêjta parastinên di Doza Kobanê de ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin bi dawî nebûbûn ku dozger dest bi xwendina mutalaayê kir. Parêzer û siyasetmedarên girtî biryar protesto kirin û eywan terikandin. Dozger jî mutalaayê bo eywana vala dixwîne.
Baskê Serhedê yê tûra hilbijartinê ya ji aliyê Partiya Çepên Kesk hat destpêkirin, li navçeya Geverê dest pê kir. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Em bi vîneke siyasî ya xurt a li pişt me tên. Têkoşîna em bi rê ve dibin zû de qezenc kir.”
Hat zanîn ku beriya biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê li şahidê nepen "CV23TY45UP78" hatiye guhdarîkirin ku di îdianameya 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran de cih digire. Îfadeyên vî şahidê nepen di dosyayê de weke “delîl” hatiye nîşandan.
Di lehiya li qûntara Çiyayê Cûdî rabû de 205 pez mirin.