Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
- rojane
- 20:44 14/4/2023
Li navçeya Kanîreşê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hat vekirin. Namzetên parlementeriyê yên bajêr destnîşan kirin ku ew ê li Çewligê bikin 3-0.
Li navçeya Kanîreşê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hat vekirin. Namzetên parlementeriyê yên bajêr destnîşan kirin ku ew ê li Çewligê bikin 3-0.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku li navçeya Merkezefendî di vekirina buroya hilbijartinêd e axivî, got: "Desthilatê karê me, nanê me û vîna me xesp kir. Lê em ê nehêlin dengê me xesp bike. Em ê ji Denîzliyê herî kêm parlementerekî bişînin meclisê."
Partiya Çepên Kesk, li Erxenî û Gêlê buroyên hilbijartinê vekirin. Di dema vekirina buroyan de li ber def û zirneyê govend hat gerandin.
Partiya Çepên Kesk gera xwe ya hilbijartinê ya li Marmarayê li Tekirdagê da destpêkirin. Namzetên parlementeriyê ku di vekirina buroyê de axivîn diyar kirin ku dê di 15'ê Gulanê de dîrokeke nû binivîsin û gotin: "Em ê bi wan bidin windakirin. Bes em mil bidin milê hev du. Li vî welatî tekane mifteya demokrasiyê em in."
Baskê hilbijartinê yê Botanê yê Partiya Çepên Kesk, li Nisêbînê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Karwana partiyê veguherî şahiyê.
Namzetên parlementeriyê yên Agiriyê yên Partiya Çepên Kesk, serdana rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr kirin.
Namzetên parlamenteriyê yên Pariya Çepên Kesk ên Îdirê Yilmaz Hûn û Aysel Aras xebatên xwe yên hilbijartinê bi kelecaniyeke mezin bê navber didomînin.
Rojnamevan Dîlan Akyol a bi hinceta nûçeyên çêkirine hate binçavkirin ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe dewam dikin û li Dêrsimê büro hilbijartinê vekirin, li Hatayê serdana mexdûrên erdhejê kirin û li navçeyên Pîran û Hênê yên Amedê jî hevdîtinên gel pêk anîn.
Li navçeya Giyadînê du cerdevan ji ber nelihevkirina ser erd bi şer çûn û cerdevanek hate kuştin. Têkildarî şer 2 kes hatin binçavkirin.
Li gundê Acirli yê Midyadê, welatiyan bertek nîşanî AKP’iyên ku xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin dan.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sed hezaran mirovên di komkujiya ku rejîma dîktator Seddam Huseyîn di bin navê “Enfalê” de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. Serokê YNK'ê Bafil Talabanî jî qurbanî bi bîr anî.
Şandeya Partiya Çepên Kesk li Wanê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û wiha hat gotin: "Wê rejîma AKP'ê biçe, em ê bên."
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan îro serdana Amedê dike. Ji bo serdana Erdogan xurt derbas bibe zext li personelên cemaweriyê hat kirin. Hat xwestin ku personelên ÎŞKÛR’ê yên li Şaredariya Bajarê Nû hatine îstîhdamkirin bêhincet tev li bernameya serdanê kirine.
Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Herêma Marmarayê li Tekîrdagê dest pê kir.