Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
- rojane
- 09:52 15/4/2023
Wezareta Karên Navxweyî doza bi daxwaza eşkerekirina gora Şêx Seîd hatiye vekirin, bi gotina “aliyên hisûmet ne em in” xwe parast û parvekirina agahî û belgeyan red kir.
Wezareta Karên Navxweyî doza bi daxwaza eşkerekirina gora Şêx Seîd hatiye vekirin, bi gotina “aliyên hisûmet ne em in” xwe parast û parvekirina agahî û belgeyan red kir.
Di îdianameya rojnamevan Omer Çelîk de, gotinên wî yên der barê tecrîda Îmraliyê û zextên li ser kurdan de wekî "Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê" hatine îdiakirin.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Bedrî Arik anî ziman ku li Balikesîrê dest bi xebatên hilbijartinê kirine û aramnca wan ew e parlementerekî bişînin Meclisê.
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya anî ziman ku ji bo li Meclisê pirsgirêkên gelê Meletiyê bîne ziman û rojevê bûye namzet û got: “Gelê Meletiyê ji ber erdhejê li dijî desthilata AKP’ê bi bertek e. Ji ber vê yekê armanc û daxwaza me li Meletiyê bijartina 3 parlameteran e."
Partiya Çepên Kesk li Qoserê buruya hilbijartinê vekir. Bi hezaran kes tevlî vekirina buroyê bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku di vekirina buroyê de axivî, got: "Em ê bi hev re biguherînin." Siyasetmedar Ahmet Turk jî bang li gel kir û got: "Em vê pergala qirêj ji holê rakin."
Li Amedê wêneyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ê bi logoya AKP'ê li Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî hat daliqandin.
Danişîna bê ya Doza Kabanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin.
Di Doza Kobanê de, mutalaaya esas li dadgehê hat xwendin. Lê beşên wê yên li dadgehê nehatin xwendin û li ÛYAP'ê nehatine barkirin, serwîsê nûçegihaên edliyayê hatin kirin. Li gor agahiyên ku hatine serwîskirin, dozger doza cezayê muebeda girankirî kiriye.
Li navenda Şirnexê û 5 navçeyên wê bi giştî 14 herêm heya 15 rojan hatin qedexekirin.
Li Amedê ji bo Serokkomarê AKP'î Erdogan, gelek kolanên qelebalix ji çûnhatinê re hatin girtin. Welatiyên ku di rê de asê man, bi qirneyên wesayîtên xwe bertek nîşanî vê dan.
Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê.
Li bajaroka Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê û li Hezoyê buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk hatin vekirin. Bi hezaran kes heya buroya hilbijartinê meşiyan.
Li navçeya Kanîreşê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hat vekirin. Namzetên parlementeriyê yên bajêr destnîşan kirin ku ew ê li Çewligê bikin 3-0.