Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
- rojane
- 15:10 18/4/2023
Şaredariya Peyasê di bin rêveberiya qeyûm de ye û di îhaleya îhaleya mucurê de nelirêtiyeke mezin hatiye kirin. Li gorî agahiyan, kamyonên mucurbarkirî gelek caran hatine kêşandin, mucura li rêyan nehatiye rêtin weke ku hatibin rêtin hatiye nîşandan û fatûre hatine birîn. Ji ber nelirêtiyê, Midûrê Karên Fenê ji peywirê hate dûrxistin.