ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 19/4/2023
ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
Rojnamevan Serdar Akînan ê ku îdiayên Muhammed Yakût ê ku di qenala bi navê “Delîlerîn Delîsî” dest bi weşandina vîdeoyan kir, anî rojevê hate binçavkirin.
Gundê Dibisê yê Eyn Îsayê hat bombekirin.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku li Peyasê di hevdîtina gel de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Heya ku ev tecrîd bidome, kes nikare ji me re behsa jiyaneke azad bike. Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin."
DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk li ber Edliyeya Rihayê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenşayarê. Ferît Şenyaşar got: "Qîrîna dêya min a ji bo edaletê li kuçeyên Rihayê olan dide."
Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Şaxa Çewligê kir.
Partiya Çepên Kesk, li gelek bajarên herêma Egeyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de buroyên hilbijartinê vekirin, belavok belav kirin û serdana dikandar û saziyan kirin.
Hevşaredara Cizîrê Berivan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, hat binçavkirin.
HDP'ê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî ya li Başurê Kurdistanê şermezar kir û got, " Rûreşiyeke mezin e ku Herêma Kurdistanê bûye navenda qetlîaman!“
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan got: “Em ê di 14’ê Gulanê de tevî gelê xwe dawî li vê pergala xerab û şer bînin. E m ê bersiva bi bandor bidin wan.”
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran serdana dikandar û xelkê kirin û diyar kirin ku ew ê vê pergalê biguherînin.
Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî şermezar kir û bang li rayedaran kir ku pêşî li van bûyerên kuştinê bigirin.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê û gelek welatiyan, bûroya hilbijartinê ya jinan vekir.
Li navçeyên Dutaxê û Panosê bi hezaran kes namzetên Partiya Çepên Kesk pêşwazî kirin. Pêşwazîkirin veguherî mitîngên girseyî. Namzet Sirri Sakik axivî û got: “Sedsala nû wê bibe sedsala azadiya gelê kurd.”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku li Farqînê axivî, diyar kir ku wan Tirkiyeyê di bin dara zanatiyê de kom kiriye û got: “Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e.”