ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 04/5/2023
ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
Ji 23 kesên ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin û sewqî edliyeyê hatin kirin, namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn û 3 kes hatin girtin û li 7 kesan jî cezayê hepsa malê hat birîn.
Cenazeyê Vakkas Tumen ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan radestî malbatê hat kirin.
Standa Partiya Çepên Kesk a li Kolana Saraçlarê rastî êrişeke nijadperest hatibû. Di êrişê de 7 endamên Partiya Çepên Kesk birîndar bûbûn û hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, 6 jê hatin berdan û kesek jî bi îdiaya "birîndarkirinê" hat girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, behsa dema tayinkirina qeyûman ên li şûna hevşaredarên HDP'î kir û sûc xist stuyê Erdogan.
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan ku li Denîzliyê xîtabî gel kir, got: "Tirsê xwe li qesrê girtiye. 10 roj şûn de dê biçin. Abbas rêwî ye, oxir be Erdogan."
Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Partiya Çepên Kesk li her derî bi coş û kelecaneke mezin tê pêşwazîkirin.
Hevserokê KCKD’ê û namzetê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk diyar kir ku Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye û got: “Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina jiyana bi rûmet û demokrasiyê ye.”
Nazêgul Boyraz di qetlîama Pirsûsê de canê xwe ji dest dabû. Keça wê Yasemîn Boyraz çîtika bi motîv dayika wê bi destê xwe çêkiribû, diyarî Emîne Şenyaşar kir.
Hevseroka Şaxa ÇGD’a Enqereyê Demet Aran diyar kir ku operasyonên li Amedê dest pê kirin û li tevahiya Tirkiyeyê tên domandin, gefeke li dijî rojnamegeran e û wiha got: “Em ê li cem hevalên xwe bin ku ji ber rojnamegeriyê hedef hatine girtin.”
Cenazeyê Vakkas Tumen ê di pêvajoya qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan radestî malabata wî hate kirin.
Rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî ku bal kişandin ser Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, anîn ziman ku paşveçûna welat a li ser azadiya çapemeniyê ji ber êrişên li ser çapemeniya kurd e.
MKGP û DFG’ê bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de daxuyanî da û girtina rojnamegeran protesto kir. Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Wekî hevalên me yên hatine girtin dibêjin; dê faşîzm têk biçe û ev pergal dê piştî 10 rojên din têk biçe.”
Li navçeya Ceyhanê polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
Kemal Urun ê li Nêsbînê di organizasyona AK Ocaklar de li dijî karsazan suîkastan kiriye û trafîka tiraykê organize kiriye, piştî salan hat girtin.