Soylû sûc xist stuyê Erdogan

img
NAVENDA NÛÇEYAN –  Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, behsa dema tayinkirina qeyûman ên li şûna hevşaredarên HDP'î kir û sûc xist stuyê Erdogan. 
 
Wezîrê Karên Navxweyî û namzetê parlementeriyê yê AKP'ê yê Stenbolê Suleyman Soylû, li Şîşliyê bi saziyên civaka sivîl re civiya. 
 
Soylû, di bernameyê de behsa dema tayinkirina qeyûman ên li şûna hevşaredarên HDP'î kir û sûc xist stuyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan. Soylû daxuyand ku 6 sal berê Erdogan gazî wî kiriye û jê re gotiye hevşaredaran ji wezîfeyê bigire. Soylû diyar kir ku wî ferman ji Erdogan girtiye.