Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
- rojane
- 11:52 08/5/2023
Li navçeya Pasûrê di encama wergerîna mînîbusê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Li navçeya Pasûrê di encama wergerîna mînîbusê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Tê gotin ku Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Aktaş ku waliyê Şirnexê yê berê ye di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 11 hezar leşker veguhezandibû ser sindoqan. Hişyarî hat dayîn ku ev plana hilbijartina xwecihî dibe ku di 14’ê Gulanê de jî bixin dewrê.
Selahattîn Demîrtaş li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: “Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk ku demokrasî li Meclisê bihêztir bibe.”
Partiya Çepên Kesk li navenda Qersê mitîngê û li navçeya Golan a Erdexanê jî hevdîtina bi gel re li dar dixe.
Dengdayîna li derveyî welat sibe dê bi dawî bibe. Lê dengdayîna li deriyên gumrikê dê heta 14’ê Gulanê berdewam bike.
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku di Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê de hat girtin got ne ew heqîqet hatiye girtin. Rojnamevan Sedat Yilmaz jî da zanîn ku ew bi nûçeyên ku çêkiriye hatiye tawanbarkirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Tekîn Sakik û Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan destnîşan kirin ku ev hilbijartineke dîrokî ye û ji bo muşahidbûyînê bang kirin.
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê psîkolog Mevlut Ulgen diyar kir ku heke partiya wan bi awayekî xurt bikeve parlamentoyê dê hemû fikar û bêhêvîtî ji holê rabin. Ulgen, got ku baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye.
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî ya Îdirê Sedat Bulgay, bal kişand ser xebatên hilbijartinê û got: "Gel ewqas ji xwe bawer in, dema ku hûn derdikevin qadan xwe gelekî bi hêz hîs dikin. Yanî zext, girtin, binçavkirin û çewisandinên sîstemê ji ber enerjiya ku em ji gel distînin tu bandorê li me nake."
Apê Sebahat Tuncel, Mehmet Tuncel bi lêv kir ku partiyên pergalê heta niha ji bo elewiyan tu tişt nekirine û wiha got: “Banga min ji bo elewiyan û hemû pêkhateyên bindest ew e ku dengên xwe bibin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku xelasiya me bi wan dibe.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji bo “Mîhrîcana Rêya Sûrê” ya Wezareta Çandê bi giştî 7 milyon û 59 hezar lîre xerc kir ku ji wan 5 milyon û 540 hezar lîre ji bo “karê duçerxê” hatiye xerckirin.
Welatiyê bi navê Temer Temel ê li gundê Setkarê yê navçeya Elkê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat jiyana xwe ji dest da.
Di mîtînga Bûrsayê de îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: “Deklerasyona ku birêz Ocalan şandiye hê jî bi me re ye. Ev deklerasyon dikare bê pêkanîn.” Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel jî got: “Baweriyê bi desthilata AKP’ê neyni9n, li Îmraliyê hevdştin tune ye, tecrîd heye.”
Li navçeya Tarsûsê komeke nijadperest a MHP’î êrişî wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk kir. Di êrişê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn û lastik û camên wesayîtê jî hatin perçekirin.