Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
- rojane
- 18:37 07/5/2023
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Namzetên partiyê li her derî bi coş tên pêşwazîkirin.
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Namzetên partiyê li her derî bi coş tên pêşwazîkirin.
Mitînga li Parka Yogûrtçû ya li Kadikoyê bi coş bi dawî bû. Polîsên bi hinceta rengên kesk û sor û zer ên jinan li xwe kirin, 4 jin bi lêdanê binçavkirin.
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal di mitînga Şirnexê de bang li hezaran kesan kir û wiha got: “Vaye bila Cûdî jî şahid be ku em ê deriyên Îmraliyê vekin. Derfeteke dîrokî di destê me de ye. Mohra ku em li bin wê darê didin dê deriyên Îmraliyê veke.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar k udi mîtînga Sêrtê de axivî, got: “20 sal berê çîroka Erdogan li vir dest pê kir. Piştî 20 salan ev der bi birçîbûnê re rû bir û hişt. Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede.”
Li Êlihê Partiya Çepên Kesk bi beşdariya deh hezaran kes mitîng li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir da zanîn ku wê partiya wan dawî li tifaqa Torosên Spî bîne. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku divê gelê Batmanê dawî li tifaqa salên 90’î bîne.
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye.
Li Şirnexê bi hezaran kes diçin mitînga Partiya Çepên Kesk.
Rojnamevan Sedat Yilmaz ê li Enqereyê hate girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê di peyama ji hempîşeyên xwe re şandin de wiha got: “Tişta hesan ne li gorî me ye. Çend roja musade bikin ez ê dest bi nivîsînê bikim.”
Serçeteyê bi navê Ahmet Mamdouh li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye, destdirêjî li zaroka 10 salî kir.
Li Êlihê Partiya Çepên Kesk bi beşdariya deh hezaran kes mitîng li dar dixe. Di mitîngê de pankarta “Dawî wê bi heybet be” balê dikişîne.
Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku ji bo edaletê guhertin şert e û wiha got: “Ji bo guhertinê Riha amade ye.”
Şaredariya Xelfetiyê ya AKP’î bi hinceta “temîrkirin-çêkirinê” standa Partiya Çepên Kesk rakir û li şûna wê standa AKP’ê danî.
Partiya Çepên Kesk li Şirnex, Êlih, Stenbol, Balikesîrê, Sêrt, Dîlok, Manîsa, Bursa û Tekîrdagê mitîngên hilbijartinê li dar dixe û bi gel re hevdîtinan dike.
Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan ku di wesayîta hilbijartinê de bi reşkirina rûyê jinê kete rojevê, serdana Cubbelî Ahmet kir.
-Navenda wê navçeya Kirikhan a Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû. Erdhej bû sedemê tirsê.