Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
- rojane
- 21:06 21/5/2023
Meclisa Ciwanan a HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anîn û soza ku dê têkoşîna şoreşgeran bidomînin da.
Meclisa Ciwanan a HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anîn û soza ku dê têkoşîna şoreşgeran bidomînin da.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne diyar kirin ku ji bo ew li dijî cilên yek tîp derketine îşkence li wan hatiye kirin.
Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erhej çêbû.
Li Îzmîrê bi boneya bîranîna pêşengên şoreşger ên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Zarokê 2 salî ku li Zonguldakê ji hêla Furkan Sevînç ve hatibû tecawizkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê CDK-F’ê Abdullah Olmez da zanîn ku eleqeya ji bo sindoqê ya li Fransayê li gorî tûra yekemîn zêdetire û wiha got: “Ji bo rê nedin dîktator û hilweşandina pergala faşîzmê, herin ser sindoqê.”
Di encama pevçûnên li Herêma Bestayê de 3 endamên HPG/YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Cenaze ev 5 roj in li nexweşxaneyê tên sekinandin û li benda teşhîskirinê ne.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de berdewam dike. Malbatê ev peyam parve kir: “Em ê dev ji parastina heqîqet û edaletê bernedin.”
HDP’ê bi boneya 159’emîn salvegera Qirkirina Çerkesan daxuyaniyek weşand û wiha got: “Em bang dikin ku daxwazên mafên demokratîk û azadiyê yên gelê çerkes ku ji bo parastina nasname, ziman û çanda xwe dikin bên qebûlkirin û Qirkirina Çerkesan bê naskirin.”
Welatparêzê kurd Mehmet Emîn Armûtlû ku di 19’ê gulanê de li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoyê bi girseyî hate definkirin.
Welatiyê bi navê Majîd Kazemî li Îranê hatibû bidarvekirin û 3 xwîşk û birayên wî hatin girtin.
Jina bi navê Ceylan Demîr da zanîn ku ji bo guherandina navnîşana xwe çû midûriyeta nifûsê, kêra xwe teslîmî polîsan kir û dema kêra xwe xwestî, ji hêla polîsan ve hate derbkirin. Demîr wiha got: “Di dema binçavkirinê de jî lêgerîna tazî li min ferzkirin û hatim tacîzkirin.”
HDP’ê bertek nîşanî propagandaya îktîdarê ya li dijî siyasetmedarên girtî da û wiha got: “Tifaqa Cumhur ku li ser hevalên me yên girtî propagandayeke qirêjî dike dê hesaba hemû sûcên xwe bide.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçûk Mizrakli têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê peyamek şand û got: “Em ê bi ser kevin.”
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û wiha got: “Tûra 2’yemîn, têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye.”