Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin

  • rojane
  • 11:27 21 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçûk Mizrakli têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê peyamek şand û got: “Em ê bi ser kevin.” 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, li ser biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hate girtin, li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û hate girtin. Mizrakli, ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinê peyamek parve kir. Mizrakli, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Em, têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Bêhêvîtî li me nayê. Bi hêviya rojên ronî em ê ber bi serkeftinê ve bimeşin. Em ê bi ser kevin.”