ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 28/5/2023
ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN
Dengdana ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê saet di 08.00'an de dest pê kir. Dengdayîn dê saet di 17.00'an de bi dawî bibe û dest bi hejmartina dengan bê kirin.
Bi hezaran kesên ku dixwazin di Deriyê Sînor ê Xabûrê re bên Tirkiyeyê, li ber derî hatine skeinandin.
Li Taxa Şabaniyeyê Şukru Koçak hevjîna xwe Fatma Ûgûrê qetil kir.
Ji kesên ku li Qada GAlatasarayê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin li hev kom bûn, 18 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî hatin berdan.
Meclisên Ciwanan ên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê girtina 7 kesên li Mêrsînê şermezar kirin û xwestin bên berdan.
Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, wiha got: “Dewran wê her tim li aliyê zaliman nebe. Heta ku edalet neyê wê têkoşîna me bidome.”
Dayikên Şemiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan û diyar kirin ku ew ê tevî hemû astengiyan jî dest ji têkoşîn û lêgerîna edaletê bernedin.
Parêzvanên mafê mirovan li Enqereyê û Îzmîrê xwestin ku girtiyên nexweş Selman Esmer û Muhlîse Karaguzel bên berdan.
Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik û bang kir ku were berdan.
Li navçeya Halîliyeyê M.D. ê ku hewl da îstîsmara zayendî li dijî zarokek 3 salî pêk bîne hat girtin.
YSK’ê têkilarî encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê statîstîkan amade kir. Li gorî statîstîkan hejmara hilbijêrên jin ji hejmara hilbijêrên zilam zêdetir e.
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Bajêr ku girtina 7 kesan a li Mêrsînê şermezar kirin, anîn ziman ku wê di hilbijartina sibê de bi dayîna dengan bersivê bidin operasyonên siyasî yên hatin kirin.
ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên Amedê faîlên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên li Pasûrê hatin qetilkirin û windakirin û li Êlihê jî aqûbeta Îsmaîl Agaya pirsîn.
Qedexeyên hilbijartinê yên têkildarî tûra duyemîn dê saet 18.00’an de dest pê bikin û heta sibê êvarî wê bidomin.