Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
- rojane
- 15:51 10/6/2023
Hejmara kesên li navçeya Cizîrê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin gihişte 15'an.
Hejmara kesên li navçeya Cizîrê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin gihişte 15'an.
Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê nerazîbûn nîşanî fatûrayên ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin da û xwest fatûreyên ceyran, av, gaza xwezayî û înternetê werin betalkirin.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest Erol Balci yê li Girtîgeha Sîncanê bê berdan, Şaxa ÎHD’a Stenbolê bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz ê li Girtîgeha Erziromê tê ragirtin û Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin.
Rojnamevan Firat Can Arslan ê li dozgeriyê îfadeya wî hate wergirtin, li dadgeha ku hate sewqkirin “bi şertê kontrola edlî” hate berdan.
104 kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan di meha 92’yemîn de hatin bibîranîn. Di bîranînê de ji bo danişîna doza di 15’ê hezîranê de bê lidarxistin bang hate kirin.
Xizmên Windayan li Êlihê aqûbeta Îsa Gok pirsîn û li Amedê jî xwestin kujerên Selahattîn Akbulut ê hatibû qetilkirin bên dîtin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di civîna Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê de axivî, diyar kir ku gelê kurd di hilbijartinan de rê neda AKP’ê û MHP’ê û wiha got: “Em ê gelê xwe guhdar bikin. Têkoşîna xwe mezin bikin.”
Polîsan li Qada Galatasarayê dorpêça li pêşiya Dayikên Şemiyê ranekiriye. Polîsan vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê heye dayikan û parêzvanên mafên mirovan kir binçavan.
Li Mêrdînê heqê rê hat biharkirin. Li navenda bajêr heqê rê ji sedî 33 û ji sedî 45 û bihayê navbera navçeyan jî ji sedî 25 û ji sedî 42 hat bihakirin.
Dadgeha Îdare ya Wanê, biryara qedexeya 3 rojan a meş û derketina derveyî bajêr a Walîtiya Colemêrgê ya beriya “Meşa Gemlîkê” ya ku dihat plankirin di 6’ê sibatê de bê lidarxistin lê ji ber erdhejê hate betalkirin, bêhiqûqî dît û biryar betal kir.
Hat ragihandin ku li Enqereyê di fabrîkaya roket û madeyên teqemeniyê de teqîn rû daye û 5 kes mirin e.
Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne diyar kir ku divê ku kabîneya nû lêborînê ji edaletê bixwaze û dest bi kar bike.
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtiye diyar kir ku jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye û “sîxurî” li girtiyan tê ferzkirin û got: “Divê şandeyên serbixwe li girtîgehê lêkolînê bikin.”
Firat Can Arslan ê 4 roj in li Kirşehîrê di bin çavan de ye, sewqî edliyeyê hate kirin.
Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal ê têkildarî sindoqa hilbijartinê ya li Mêrdînê windabûyî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir de bi îdiaya “Agahiyên xelet belavkirine” doz hate vekirin.