Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin

  • rojane
  • 11:34 10 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê heqê rê hat biharkirin. Li navenda bajêr heqê rê ji sedî 33 û ji sedî 45 û bihayê navbera navçeyan jî ji sedî 25 û ji sedî 42 hat bihakirin. 
 
Piştî ku sotemenî ango benzîn û mazot biha bû, li Mêrdînê heqê rê jî hat zemkirin. Li nav bajêr yanî li navenda Mêrdînê heqê rê ji sedî 33 û ji sedî 45 hat zêdekirin û heqê rêya navbera navçeyan jî ji sedî 25 û ji sedî 42 hat zemkirin. 
 
Bi bihabûna hat kirin re heqê rêya nav bajêr ji 5 lîreyî û 25 qirûşê derket 7 lîreyî. Yên ku bêkart jî li wesayîtan siwar bibin 10 lîre ji wan tê stendin. 
 
Heqê rêya navbera Artûklû-Qoser ya bi kart ji 12 lîreyî derxistin 16 lîreyî û ya bêkart jî ji 14 lîreyî derxistin 20 lîreyî. 
 
Heqê rêya navbera Artûklû-Nisêbîn û Artûklû-Mîdyadê jî ji 40 lîreyî derxistin 50 lîreyî. 
 
Otobusên şaredariyê berê 5 lîre digirtin û niha heqê rê kirin 6 lîre û 25 qirûş.