Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
- rojane
- 09:07 13/6/2023
Li Rihayê welatî di warê mafê tenduristiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Hevserokê SES'a Rihayê Salih Karataş diyar kir ku gef li tenduristiya mirovan tê xwarin û got ku nexweş 3-4 mehan li malên xwe li benda dora xwe disekinin.