Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
- rojane
- 11:43 08/7/2023
Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne beriya danişînê peyama ku wê bi edaletê vegerin malê û bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê da.
Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne beriya danişînê peyama ku wê bi edaletê vegerin malê û bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê da.
Rojnamevan Îsmet Akûrt destnîşan kir ku serdagirtina Kampa Lavrioyê pêngavekek polîtîk e û got: “AKP wê derê ji bo siyaseta xwe ya hundirîn dike amûrek. AKP bi gotina ‘Me serkeftineke dîplomasiyê bi dest xist, me hikûmeta Yewnan jî li dijî PKK gav da avêtin’ danezaneke nerast ava dike.”
Balefirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Kurejaro ya li devera Şêladizê bombebaran kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin di roja 52'yemîn de didome.
Gola Sixkê ya Wanê ku bû qurbanê qirêjiya hewayê ziwa bû.
Leşkeran vê serê sibehê avêt ser gundê Hespistê yê bi ser navçeya Hezexê û ava xelkê gund qut kirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Zarokên ku Suleymanciyan ji Amazonan anîbûn û di wargehên cemaetan de bicih kiribûn, piştî ku bû rojev, vegerandin welatê wan Brezîlyayê.
Li Wanê projeya “rêya hawirdorê” ku her sal bi merasîman çêkirina wê tê destpêkirin, 13 sal in neqediyaye. Bi projeye dest danîn ser erdên gelek kesan.
Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê amûrên ku ji bo parkan stendine li parkan bi cih nekirine û yên hatine bicihkirin jî netemam in. Ji bo lêpirsînê jî serî li dozgeriyê hatiye dayîn, lê ji ber ku walîtiyê destûra lêpirsînê nedaye, dosye hatiye girtin.
Parêzerê 15 rojnamevanên ku 13 meh in ji ber rojnamegeriya xwe girtî ne, wiha bang kir: "Divê hemû kesên dengê wan tê tepisandin, di 11'ê tîrmehê de li cem çapemeniya kurdan bin."
Li Wanê paleyan dest bi dirûtina giya kirin. Paleyan anî ziman ku di nava salê de ji bêgavî giya dikirin û gotin ku ji ber bihabûnê nikarin sewalvaniyê bikin.
Li Cizîrê palmiyeyên ku qeyûm ew li parkan danîn û 637 hezar TL ji bo wan xerc kir, hişk bûn.
Komaxebata navneteweyî ya “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" bi encamnameyekê bi dawî bû.