Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
- rojane
- 13:50 15/7/2023
Malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê hate astengkirin.
Malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê hate astengkirin.
Xizmên Windakiriyan di çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê de aqûbeta Ebûbekir Aras û Aydin Ay pirsîn ku piştî binçavkirinê tu agahî jê nehatin girtin.
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê bi boneya 72’yemîn salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan de daxuyanî da û wiha got: “Celadet Elî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Em ê wî tu carî jibîr nekin.”
Tevî astengiyên polîsan jî Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de meşiyan Qada Galatasarayê. Polîsan ji bo astengkirina çalakiyê rojnamegerek û 15 kes binçav kirin.
Hevserokê DFG'ê ku hate tehliyekirin destnîşan kir ku bi operasyonan dixwazin Çapemenya Azad bêdeng bikin û wiha got: "Di dema darizandinê de me rûmeta rojnamegeriyê parast. Me hem îdia hem jî jî helwestên wan vala derxistin."
Li Xîzan a Bedlîsê qadeke berfireh ku gundên Xûlepûr û Kekûlanê jî dikevin nav, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin.
Roja ku 11 herêmên Şirnex û navçeyên wê ji bo 15 rojan weke “Herêmên ewlekariya taybet” hatin ragihandin de Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ev gotina sosret kir: “Ji bo welatî bi awayekî herî baş ji çiyayan sûdê bigirin, me hemû derfet pêşkeş kirine.”
Nivîskar û siyasetmedarê kurd Eyûb Barzanî diyar kir ku ji salên 1970’ê ve têkiliya PDK’ê bi MÎT’ê re heye û wiha got: “Serokên PDK’ê li Rojava, Rojhilat û Bakur bûne sedema sereke ya xirabûna rewşa kurdan. Ji salên 1970’yan ve vê rolê dilîzin, rola têkbirina şoreşên kurdan ji wan re hatiye dayîn.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin di roja 59’an de didome. Rewşa girtiyan giran dibe û li gel bangawaziyan jî hikûmeta Başûr têkildarî mijarê tu daxuyaniyan nade.
Pêşniyara bûdçeya lêzêdekirî ku trîlyonek û 119 milyar û 514 milyon û 513 hezar TL ye û bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Meclisê hate kirin, hate qebûlkirin.
Rojnamevan Necmettîn Salaz diyar kir ku leşkerên TSK'ê li qereqolên ku li sînorê PDK'ê û alaya Herêma Kurdistana Federe lê daliqandî, hatine bicihkirin û got: "PDK di nava vî şerî de ye û alîgir e."
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk bal kişand ser Doza Vartînîsê û got ku tê xwestin ku doz têkeve ber demboriyê.
7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara pîlot a AYM'ê wekî "norm" nirxand û esas negirt.
Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim der barê bazariyên di navbera Tirkiye û Swedê yên Lûtkeya NATO'yê de bi lêv kir ku tu bendewariya wan ji NATO'ye tune ye û got ku ew ne ji biryarên NATO'yê, bi hêza xwe bawer in.