Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
- rojane
- 14:18 14/7/2023
Hat diyarkirin ku dewleta tirk du caran bi bombeyên taktîk nukleer êrişî herêma Zapê kir.
Hat diyarkirin ku dewleta tirk du caran bi bombeyên taktîk nukleer êrişî herêma Zapê kir.
Welatiyê bi navê Temer Temel li gundê Setkarê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna kuştina Temel de hatine girtin bû 3 kes.
Alî Çîçek ê di çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamenter Omer Ocalan got: “Çirûskên we gihîştin bi milyonan.”
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan dabû destpêkirin 58 roj li pey xwe hişt. Hêj jî daxwazên girtiyan nehatine bersivandin û rewşa wan giran dibe.
Bi hinceta doz li hevjînê wê Abdullah Ecer hatiye vekirin, nasnameyê nadin Manal Abdusselam a ku ji Amûdê ye û li navçeya Dêrika Mêrdînê dijî.
Li Mêrsînê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin.
Sercerdevanê li Midyadê şivanê bi navê Mûsa Çelîk qetil kiribû tevî ku jê re 12 sal û 6 meh ceza hatibû birîn jî piştî 20 mehan hate berdan.
Parêzer Yakup Guven anî ziman ku tundiya leşkeran a li Licê ya li ser şivanan, encama polîtîkaya necezakirinê ye û wiha got: “Israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û necezakirin, rê li ber bêperwatiyê vedike.”
Dimenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya ku ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li dijî malbata Şenyaşar pêk anî, derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku odeya komkujî lê hatiye kirin veguheriye gola xwînê.
Şahidên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê diyar kirin ku ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû û wiha got:in "Rûmeta mirovahiyê îşkence têk bir."
Hevserokê Şaxa OHD'a Stenbolê Gurkan Îsteklî diyar kir ku dewlet bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hiqûqa xwe binpê dike û li dijî tecrîda Îmraliyê îşaret bi têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî kir.
Parêzer Omer Alagoz bilêv kir ku ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.
Hasan Mesût Çelebî ku piştî 31 salan di girtîgehê de ma û di demek nêz de gihîşt azadiya xwe, wiha got: "Ji bo tu kesê di têkoşîna şoreşê de cih digire westandin tune. Em bi saya têkoşîna gelê xwe li ser pêya man. Em deyndarên gelê xwe ne."