Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
- rojane
- 09:59 16/7/2023
Rojnamegerên ku piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan gotin: "Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Nikarin dengê me kim bikin."
Rojnamegerên ku piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan gotin: "Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Nikarin dengê me kim bikin."
Dilxwaza DAKAH-DER'ê Parêzer Şîrvan Yakût diyar kir ku li Semsûrê penaberên mexdûrên erdhejê li cihekî cuda tên komkirin û got ku li Konebajarê Ç27'an de ji bo hezar û 500 kesî tenê 8 tuwalet hene.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulaku bal kişand ser pêşniyazên qanûnên ku dê di Meclisê de bên nîqaşkirin û got ku di nava van qanûnan de ji bo girtiyên siyasî tiştek tune ye. Hulaku destnîşan kir ku ji nava van qanûnan dijminatiya li dijî kurdan derketiye.
Ferît Şenyaşar ku der barê danişîna doza birayê xwe Fadil Şenyaşar de axivî, bi lêv kir ku heke di danişînê de birayê wî neyê berdan dê çalakiya xwe li Enqereyê berdewam bikin û ber bı Wezareta Dadö ve meşeke girseyî li dar bixin.
Li gundê Ajmanûkê Mûhammed Ardilê 30 salî, keça bi navê E.K. (15) revand.
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak ku di civîna gel a Bismilê de axivî, got: "Em di hilbijartinê de bi ser bikevin an j bi ser nekevin jî, dê têkoşîna me ya ji bo çareserkirina meseleya kurd bidome."
Li navçeya Wêranşar a Rihayê herî kêm 20 cotkar di protestoya ji bo qutkirina ceryanê de hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê d eli cotkaran hat xistin û traktorên wan hatin desteserkirin.
Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek û wiha got: “Divê Ozbek li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin û ji bo vê jî divê teqez were berdan.”
Hevşaredarê Dêrgûlê yê berê Mehmet Demîr ku ji Girîgeha Tîpa T a Tokatê hate tehliyekirin, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.
Girtiya nexweş Halîse Aksoy ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, tevî xetereya krîza dil jî di dema sewqa nexweşxaneyê de kelemçe lê hate ferzkirin. Parastvanên mafên mirovan xwestin ku Aksoy di zûtirin demê de were berdan û tedawîkirin.
Qeymeqamê navçeya Yuregirê Mûstafa Kiliç bi sedema "Alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin li ser xwe zîmet kiriye" hate girtin.
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş û got ku divê di zûtirin demê de bê tedawîkirin.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar didome. Malbatê ev peyam da: "Em ê neheqiya li me hatiye kirin, di 8'ê tîrmehê de careke din li eywanên dadgehê bînin ziman."
Malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê hate astengkirin.