Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
- rojane
- 08:24 29/7/2023
Cenazaeyê endamê HPG'ê Şehmus Akyol ê li Geverê jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hat veşartin.
Cenazaeyê endamê HPG'ê Şehmus Akyol ê li Geverê jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hat veşartin.
Navbera Geliyê Bêtkarê û herêma Dolapdereyê bi balafiran hat bombebarankirin. Şewata li herêmê ji duh ve didome.
Cenazeyê Şehmûs Aykol, Ahmet Demîr û Muhammed Fûad Nûsret ên HPG'î ku li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatên wan hatin kirin.
Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê ji bo piştevaniyê serdana Buroya MA'yê ya Enqereyê kir.
Têkildarî teqîna li Nisêbînê ya di 25'ê Tîrmehê de ku hatibû diyarkirin kesek jiyana xwe ji dest daye gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Bedîa Adiguzel hat berdan.
Di rapora ku ji aliyê OHD, ÎHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê ve li ser 5 girtîgehan hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku mafên herî bingehîn ên mirovî yên girtiyan hatine rawestandin û tecrîd derketiye asta herî jor û hate xwestin ku rêziknameyê rayeyên bêsînor dide rêveberiyên girtîgehan bê betalkirin.
Rojnamevan Firat Can Arslan bi hinceta di dosyeya wî de navê “rêxistinê” nehatiye nivîsandin, di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp got: “Li ser vê axê rêya aştî û edaletê di Roboskî re derbas dibe.”
ÎHD’ê di rapora 3 mehan de ku têkildarî 23 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn amade kir diyar kir ku li girtîgehan herî kêm hezar û 203 binpêkirinên qewimîn.
Baroya Îzmîrê di nameyên jî parlamenterên hiqûqnas re şandiye de destnîşan kir ku di 20 salên dawî de ji 100’an zêdetir parêzer xwe kuştine û xwest pirsgirêkên parêzeran werin çareserkirin.
Çalakiya karkerên DEDAŞ’ê ku bi hin daxwazan pêk tînin di roja 3’yemîn de berdewam kir.
Li Amedê di çarçoveya haziriyên ji bo zivistanê de, pêvajoya ziwakirina îsotan dest pê kir
Li navçeya Licê ya Amedê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.
Gundê girêdayî navçeya Xîzanê 26 roj in di bin dorpêçê de ne û herêm bi dijwarî tê bombekirin. Li gundê Hûzeranê kesê hate diyarkirin ku HPG’î ye û gova ku bi birîndarî xwe spartiyê banga “teslîm bibe” qebûl nekiriye, jiyana xwe ji dest daye.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.