Li Lîcê agir bi daristanê ket

  • rojane
  • 13:52 28 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Li navçeya Licê ya Amedê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket. 
 
Li ser rêya Amedê, li dora herêma Husênîk a navçeya Licê, agir bi qada daristanê ket. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin; tîmên agirkujiyê li herêmê mudaxileyê agir dikin. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li herêmê ba zêde ye û ji ber vê yekê agir belavî derdorê dibe. Çavkaniyan gotin ji ber bayê tîmên agirkujiyê nikarin bi awayek bandor mudaxileyî agir bikin.