Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
- rojane
- 12:15 01/8/2023
Îro di danê sibehê de li Elkê bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyek hate binçavkirin.
Îro di danê sibehê de li Elkê bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyek hate binçavkirin.
Li Rihayê wesayîteke bizirx wergeriya û polîsek mir.
Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Bajar Îbrahîm Barkin, Sakîne Kultur qetil kiribû û doz lê hatibû vekirin. Li ser daxwaza dozger, dadgehê biryar da ku di danişîna din de li kurê Kultur, Mehmet Kultur were guhdarîkirin.
Hat ragihandin ku herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di meha tîrmehê de 451 caran bi balafirên şer û helîkopteran hatinr bombebarankirin û 15 caran jî bombeyên qedexe û taktîk nukleer hatine bikaranîn.
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ji doza dihat darizandin beraet bû, ji bo vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin.
Endamên Koma Îsyan Ateşî hatin berdan, ji bajar hatin derxistin û ketina wan a Dêrsimê hate qedexekirin.
Ramazan Îldem ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, 3 mehên din hate taloqkirin.
Girtiyê nexweş Burhan Barût li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û îşkenceya “girêka beraz” lê hatibû kirin. Birayê Barût, Velî Barût bertek nîşan da û wiha got: “5 saetan îşkenceya girêka beraz lê kirine û lê xistine. Em vê zilmê qebûl nakin û divê tu kes bêdeng nemîne.”
Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku di Peymana Lozanê de kurd ji ber nebûna yekitiyê tune hatin hesibandin û got: “Heke yekitî pêk were, wê neçar bimînin ku kurdan nas bikin. Heke rewşa me ya parçebûyî dewam bike, em ê bêriya vê sedsalê bikin. Ji ber vê yekê banga Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî girîng e."
Bi ser Fermana 74’an a li dijî êzidiyan re 9 sal derbas bûn û aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn. Feleknas Uca ji bo azadiya jinên hatine revandin banga têkoşînê kir.
Bajarên Kevnar Şûayîp Soxmatar ên li Heranê, ji ber bêxwedîtî û guhnedêriyê tune dibin.
Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi lêv kirin ku ew ji ber rewşa tenduristiyê ya Ocalan bi fikar in û bang li sazî û gel kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bêtir di nava hewldanan de bin.
Şewata li qada daristanî ya li Licê ku binkeya leşkerî û qereqol lê ye, didome.
Serdar Altan û Dîle Muftuoglû ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye car din ji bo hevserokatiya DFG'ê hatin bijartin.