ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN

img

* Bajarên Kevnar Şûayîp Soxmatar ên li Heranê, ji ber bêxwedîtî û guhnedêriyê tune dibin. 

 
* Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi lêv kirin ku ew ji ber rewşa tenduristiyê ya Ocalan bi fikar in û bang li sazî û gel kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bêtir di nava hewldanan de bin.
 
* Birayê Burhan Barût ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê îşkenceya "girêka beraz" lê hatibû kirin, Velî Barût bertek nîşan da û wiha got: “Burhan serî li ber zilma dewletê natewîne û divê em dengê wan bidin bihîstin.” 
 
* Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku di Peymana Lozanê de kurd ji ber nebûna yekitiyê tune hatin hesibandin û got: “Heke yekitî pêk were, wê neçar bimînin ku kurdan nas bikin. Heke rewşa me ya parçebûyî dewam bike, em ê bêriya vê sedsalê bikin. Ji ber vê yekê banga Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî girîng e."
 
* Bi ser Fermana 73’yan a li dijî êzidiyan re 9 sal derbas bûn û aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn. Feleknas Uca ji bo azadiya jinên hatine revandin banga têkoşînê kir. 
 
* Emîne Şenyaşar dê li gel Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû li edliyeyê û li gel Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî li navenda komeleyê hevdîtinê bike. (09.30-15.30)
 
* 53’yemîn danişîna doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dê li pêşiya kampûsê daxuyaniyê bide. (10.00-13.00) ZINDÎ
 
* Ji bo ku daxwazên tenduristvanan bên qebûlkirin dê SES li gelek bajaran çalakiya berdana kar li dar bixe. (09.00-12.30)
  
* Rêxistinên ekolojiyê dê têkildarî birîna daran li pêşiya Lîmak Holdîngê daxuyaniyê bidin. (18.00-19.00)