Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
- rojane
- 09:03 03/8/2023
Berdana Resûl Baltaci ku 30 sal in girtî ye bi hinceta cezayên disiplînê yên bi biryara dadgehê hatin betalkirin, 11 meh in tên astengkirin.
Berdana Resûl Baltaci ku 30 sal in girtî ye bi hinceta cezayên disiplînê yên bi biryara dadgehê hatin betalkirin, 11 meh in tên astengkirin.
Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku fermana 74’emîn a li ser êzidiyan bi êrişên Tirkiyeyê didomin û wiha got: “Em dixwazin bawerî, ol, çand, ziman, qesîde, muzîk û her tiştê xwe bi awayekî azad bijîn.”
Li Amedê di çarçoveya Rojên Sînemaya Kurdî de ku pêşengtiya wê ciwanên zanîngehê dikin, fîlmê “Şeva 12 Salî” hat nîşandan.
Erol Şan ê li Konyayê kadîn û beşeke mala wî şewitî anî ziman ku şewat ji aliyê kesên ku bi gotina “Em we jî weke Dedeogûllari bikin” gef li wan hatiye xwarin ve hatiye derxistin.
Îdianameya der barê 49 kesên ku di nav de rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz jî hene ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û dîsa li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat vegerandin.
Yek ji parêzerên dozê Îbrahîm Ergûn nerazîbûn nîşanî Serokatiya Diyanetê ya ji bo beşdarî doza Kobanê bibe da û got: “Ev daxwaza Diyanetê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e.”
Li navçeya Şemrexê gundiyan bertek nîşanî tîmên DEDAŞ’ê yên bi hinceta deynan çûn trafoyan rakin dan. Di encama mudaxileya leşkeran a gundiyan de şewat derket.
Li Rihayê li têkildarî bûyerên demên dawî zêde bûn daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye.
Siyasetmedar Gulfer Akkaya diyar kir ku beriya bûyerên Kobanê çûye derveyî welat û bi birêxistinkirina bûyerên rojek piştre neqewimîn hatiye tawanbarkirin. Akkaya, wiha got: “Li Pendîkê bûyer çênebûne lê weke ku çêbibin nîşan dane û îdia dikin di dema bûyerê de li wir bûm.”
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di hevdîtina bi telefonê de li ser lihevkirina dexlê axivîn.
Li Geliyê Bêtkarê ku şer lê didomin, agirê ku bi qada daristanê ketiye jî hê nehatiye vemirandin û li herêmê belav dibe. Li gundê Bilbêsa Elkê jî qedexe didome û du kes hatin binçavkirin.
Malbata Şenyaşar ji bo hevdîtina bi rayedaran re çû ber avahiya Wezareta Dadê. Lê belê destûr nehat dayîn ku malbat bikeve hundir.
Li Nisêbînê di malekê de teqînek çêbûbû û Kader Acar ku tê gotin endama YJA-Starê ye jiyana xwe ji dest dabû. Li gel ku malbata Acar cenaze teşhîs kir jî, bi hinceta testa DNA’yê nayê dayîn.
Zêrevanên sînor ên rejîma Îranê li bajarê Nowsudê êrişî kolberan kir. Di êrişê de 2 kolberên kurd bi giranî birîndar bûn.