Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin

  • rojane
  • 11:03 5 Cotmeh 2025
  • |
ŞIRNEX – Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê Emîne Erkuş diyar kir ku divê aştî bi avakirina gorên hatine bomberankirin ve bê destpêkirin û got: “Dewleta ku bi Kurdên mirî re li hev neyê dê bi yên zindî re çawa li hev were?”
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, didome. Tevgeriya Azadiyê ya Kurd li ser banga Abdullah Ocalan, di nava salekî de gavên girîng û şênber avêtin lêbelê dewletê hêj gaveke şênber ji bo pêvajoyê neavêtiye. Li gel vê yekê qedexe, tundî û êrişên berfireh didomin. Şîna cangoriyên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, tên bi awayeke bêhiqûqî astengkirin. Gorên PKK’îyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, hêj rûxandî ne. Yek ji van goristanên ku hatine rûxandin Goristana Şehîd Rojhat Bêlûzerî ya ku li qada Besta ya Şirnexê ye. 99 gor li hêrma Xirbkê Bestê hene û di sala 2016’an de bi êrişa leşkeran hatine rûxandin. Gorên ku hatine kavikirin ev 9 sal in nehatine çêkirin. 
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Emîne Erkuş, têkildarî restorekirina goran de diyar kir ku komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya de li Meclîsê hatiye avakirin divê erkên xwe bicîh bîne û destnîşan kir ku bêyî lihevhatina bi miriyan re lihevhatina bi zindiyan re ne mimkun e.
 
‘NE LI GORÎ OLÎ Û HIQÛQÊ YE’
 
Emîne Erkuşê, anî ziman ku ev saleke di ser pêvajoyê de derbas bûye  lê li Şirnexê pêvajo hêj nehatiye destpêkirin û ev tişt got: “Em weke komele diçin serdana malbatên ku şînê vedigirin. Ev salek e li Şirnexê şîndanîn tê astengkirin. Malbat dixwazin şînê li mala şînê deynin lêbelê bi awayeke kêfî tê tê astengkirin. Li gorî rêûresmê olî mafê her malbatekî heye ku şîna xwe deynîn, lêbelê ev maf li Şirnexê tê astengkirin. Em ji rayedarên wek walî û muftî dipirsin ji me re dibêjin şîndanîn ne qedexe ye. Dema malbat ji bo şînê diçin mala şînê bi astengî û êrişên polîsan re rûbirû dimînin.”
 
‘EM AŞTIYÊ BI AVAKIRINA GORÊN RÛXANDÎ RE BIDIN DESTPÊKIRIN’
 
Emîne Erkuşê, diyar kir ku rêya aştiyeke rastîn bi lihevhatine miriyên Kurdan re pêkan ê û wiha pê de çû: “Divê Kurdan bi her aweyî qebûl bikin. Divê rêz li şîna Kurdan bê girtin. Dewleta ku bi Kurdên mirî re li hev neyê dê bi yên zindî re çawa li hev were? Kesên ku miriyan re lihev neyê dê bi zindîyanb re jî lihev neyê. Ew nirxên me ne. Me li ser vê axê berdêlên giran dan. Ger înkar bidome dê aştiyeke birûmet çawa pêk were? Niha li herêm Botanê gelek goristanên me hêj rûxandÎ ne. Em aştiyê bi avakirina gorên rûxandî re bidin destpêkirin. Em astengkirina şînan qebûl nakin.”
 
 ‘DIVÊ KOMÎSYON BI RÊZDAR OCALAN RE BICIVE’
 
Emîne Erkuş, bang li komîsyona Meclisê kir ku sererastkirinên qanûnî di zûtirîn demê de bicîh bîne, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hîn jî di girtîgehan de girtî hene. Gelek jê nexweş in. Girtiyên ku cezayên wan qediyane nayên berdan. Divê hem ji bo girtîgehan û hem jî ji bo ku mafê şînê neyê astengkirin, sererastkirinên qanûnî bên çêkirin. Pêvajo bêyî qebûlkirina hebûna Kurdan pêşnakeve. Divê komîsyon tavilê bi rêzdar Ocalan, aktorê sereke yê vê pêvajoyê re bicive. Bêyî civînê bi rêzdar Ocalan re, xebata komîsyonê bêwate ye. Pêşveçûna pêvajoyê bi gotinên rêzdar Ocalan ve girêdayî ye. Rêzdar Ocalan ji bo aştiyek bi rûmet hewl dide. Tiştên ku rêzdar Ocalan îro gotiye hemû gelê Kurd eleqedar dike. Ger ev hevdîtin pêk were, pêvajo dê di rêyek erênî de pêş bikeve." 
 
MA / Emrullah Acar 
 
 

Sernavên din

12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê