Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
- rojane
- 13:44 03/8/2023
Li 6 rojnamegerên ku girtina rojnamegerên Çapemeniya Azad şermezar kirin, doz hate vekirin.
Li 6 rojnamegerên ku girtina rojnamegerên Çapemeniya Azad şermezar kirin, doz hate vekirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an daxuyanî dan û xwestin ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin bê qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren bertek nîşanî Diyanetê da ku dixwest tev li Doza Kobanê bibe û wiha got: “Diyanetê, berdewamiya fetwaya DAIŞ’ê ya li dijî kurdan şand. Di daxwaznameya xwe de hewl da bibe berdevkê DAIŞ’ê.”
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 2 sal in tu agahiyan ji miwekîlê xwe nagirin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Girtî Vahdettîn Erdemcî ku bi rêya malbata xwe binpêkirinên li girtîgehê vegotibû û nûçeya wê hatibû çêkirin, da zanîn ku piştî weşandina nûçeyan gef li wî hatiye xwarin.
KCD’ê bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û wiha got: “Divê hêzên navneteweyî berpirsiyariya xwe bi cih bînin, vê fermanê weke jenosîdê qebûl bikin. Her wiha divê statûya Şengalê were naskirin.”
Xelkê Şengalê çû serdana kesên di Fermana 74’an de hatin qetilkirin û di gorên komî de hatine veşartin.
Rêvebera Ji bo Jinan Edalet Dr. Leyla Ferman da zanîn ku civaka êzidî bi parastina xwe ya cewherî bersiva herî mezin daye Fermana 74’an û wiha got: “Divê statûya Şengalê bê naskirin.”
Bûyerên îşkence, muameleyên xerab û lêdanên ku leşkeran li Colemêrg û navçeyên wê bi taybetî li herêmên sînor kirine, bi dawî nabin. Li sînorên bi dehan kes lê jiyana xwe ji dest didin, faîl bi polîtîkaya necezakirinê tên fîhilkirin.
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan bang kir ku li dijî talana xwezayê ya li Licê, Cûdî û Akbelenê tê kirin reflekseke hevpar bê nîşandan.
Gulê Mişko ku di nava êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê nasîn, di komkujiya 3’ê Tebaxê ku DAIŞ’ê li dijî Şengalê pêk anî de, ji bo nekeve destê DAIŞ'ê bi qehremanî li ber xwe da û bi 30 guleyan hate qetilkirin.
Berdana Resûl Baltaci ku 30 sal in girtî ye bi hinceta cezayên disiplînê yên bi biryara dadgehê hatin betalkirin, 11 meh in tên astengkirin.
Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku fermana 74’emîn a li ser êzidiyan bi êrişên Tirkiyeyê didomin û wiha got: “Em dixwazin bawerî, ol, çand, ziman, qesîde, muzîk û her tiştê xwe bi awayekî azad bijîn.”
Li Amedê di çarçoveya Rojên Sînemaya Kurdî de ku pêşengtiya wê ciwanên zanîngehê dikin, fîlmê “Şeva 12 Salî” hat nîşandan.