3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
- rojane
- 22:10 16/8/2023
Girtî Mûsa Şanak, Mehmet Înal û Adnan Karakaş piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.
Girtî Mûsa Şanak, Mehmet Înal û Adnan Karakaş piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.
Ji 20 kesên ku duh danê sibehê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, 19 jê hatin berdan û welatiyê bi navê Gokhan Kizil hat girtin.
Di çalakiya li ber NY'yê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hemû kurdan tê pêkanîn.
Di Doza Kobanê de ddagehê ji bo nirxandina daxwazan navbereke dirêj da danişînê. Parêzerên dozê jî ji ber ku navber dirêj domand, bertek nîşan dan û bêyî ku li benda biryara navberê bisekinin ji Sîncanê çûn.
Zarokê bi navê Kumar Deroftade di berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê de hatibû qetilkirin û hemû endamên malbata wî îro hatin binçavkirin.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez bertek nîşanî binçavkirina 26 kesên li navend û navçeyên wê da û wiha got: “Hewl didin bi binçavkirinan re welatiyan krîmînalîze bikin.”
Şandeyeke ji nûnerên partiyên siyasî ku partlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû jî di nav de pêk dihat serdana gundê Qerhêta yê navçeya Çinarê ku 6 roj in ceyrana wî hatiye birîn kirin.
Karkerên li Artemîs Hali ku li 3’yemîn Herêma Senayî ya Organîze ya Dîlokê ye dixebitin, li dijî zema kêm dest ji kar berdan.
ÎHD’ê bal kişand ser êrişa li Îzmîrê li dijî penaberan hatiye kirin û wiha got: “Êriş, bi hestên nîjadperestiyê hate kirin. Vê bûyerê eleqeya xwe bi gotinên nefretê yên di dema hilbijartinê de re heye.”
19 kesên li Mêrdîn û navçeyên wê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca li girtîgehê bi siyasetmedar Gultan Kişanak re hevdîtin kir û wiha got: “Piştî merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe, li cihekî mîna depoyê hate ragirtin û îşkence lê hate kirin.”
Ji heman malbatê 30 kesan li navçeya Pirsûsê êrişî dikanekê kirin. Di encama êrişê de esnaf Mûstafa Subaşi û hevjîna xwe û 4 zarok wan hatin birîndarkirin.
Weşanxaneya Aramê 4 jê bi kurdî û 4 jî bi tirkî bi giştî 8 pirtûkên nû çap kir.
Li gundê Qerhêta yê navçeya Çinarê ev 6 roj in ceyran nîne. Keyayê gund Necat Ertem bertek nîşanî vê rewşê da û îstîfa kir. Şêniyên gund jî xwestin cezayên wan ên bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine nivîsandin bên jêbirin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a têkildarî birîna daran a li herêma Bestayê û şewatên daristanan axivî, wiha got: “Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin.”